Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pawe/ Dayîka şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê koça dawî kir

20:15 - 14 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Dayîka şehîd Mihemed Şerîfî şehîdê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Pawe, çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Sêşemî bervara 13’ê Gulan a 2014’an, “Daye Xurşîd Şefî’î” diya şehîd “Mihemed Şerîfî” bi sedema pîrbûnê, li bajaroka Şimşêr a ser bi bajarê Pawe, wefat kir.

Daye Xurşîd cuda ji ewê ku kurekî wî şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê ye, zilamê wê jî bi navê “Mehmûd Şerîfî” pêşmergê PDKÎ bû ku çandîn sal bû di zîndanên rejîma Îslamî ya Îranê de dihate eşkence kirin.

Şehîd Mihemed Şerîfî sala 1369’a Rojî, di girîtîgeha Dêzilabada Kirmanşanê hatiye darvekirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Daye Xurşîd Şefî’î” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.

Riha wê şad