Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ beşdarî kongireya Sosyal Demokratên Danmarkê bû

11:54 - 26 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Şandeke Pêwendiyên PDKÎ li Danmarkê de, beşdarî kongireya Hizba Sosyal Demokratên Danmarkê bû.

Rojên 22-23`ê Îlonê Şandeke Pêwendiyên PDKÎ li Danmarkê pêkhatî ji Se`îd Soltanpûr berpirsê Pêwendiyên PDKÎ di vî welatî de li ser bangewaza fermî ya Hizba Sosyal Demokrat a Danmarkê beşdarî di kongireya vê hizbê li bajarê Alborga Danmarkê kir.

 Şanda PDKÎ di vê kongireyê de digel balyozê welatên biyanî wekî Rûsiye û Îsraîl, û Firansayê û çendîm welatên din hevdîtin pêk anî.

Di vê hevdîtinê de bas ji rewşa Kurd di Rojhilata Kurdistanê û êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê li ser baregehên PDKÎ û şehîdbûna hejmareke zaf ji endam û pêşmergeyên vê hizbê li bajarê Koyê kir.

Şanda hizbê herweha li ser rewşa aborî ya xelkê û jiyana kolberên Kurd zanyarî dane balyozê welatên biyanî.