Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Em sersaxiyê li gelê xwe û bi taybetî li Kurdistana Îraqê dikin

20:06 - 4 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya koça dawiyê ya Mam Celal peyameke pirse û sersaxiyê belav kir.

Deqa peyamê:

Jidestdana Mam Celal xemeke sertaserî ye

Hevwelatiyên birêz!
Xebatkarên Kurd!
Hezkerên YNK`ê!

Mixabin roja 11`ê Rezbera 1396`an a Rojî, 3`ê Octobera 2017`an a Zayînî, Kurdistanê kesayetiyekî mezin ji dest da, ku zêdetir ji nîv sedsalî ji jiyana xwe, di pêxema rizgariya gel û nîştiman û bexteweriya xelkê de derbaz kir.

Birêz Mam Celal Talebanî, Mam Celalê têkoşerê Kurd, herçend di gundekî Kurdistanê de, li quntara çiyayekî de ji dayîk bû, lê xebat û têkoşan û hewlên berdewam ên navbirî di pêxema nîştiman û xelkê de, ew kirin kesayetiyekî Kurdistanî û navçeyî û cîhanî.

Birêz Mam Celal sekreterê hizbeke şoreşger û xebatkar bû, ku di qonaxên dijwar ên jiyana Kurdistana Îraqê de ew hizb ava kir, û wê hizbê çendîn qonaxên girîng û hestiyar ên dîrokî derbaz kirin.

Mixabin nexweşiyê Mam Celal ji cîhana siyaseta Kurdistanê dûr xist, û valahiyeke berçav di rîza siyaset û xebata di Kurdistana Îraqê de pêk anî, û jidestdayîna vî kesayetiyê mezin zirareke mezin gehande cendekê xebat û siyasetê li Kurdistana Îraqê, û hizba wî ya têkoşer, ku tenê bi hevahengî û tebahî û pêkvebûnê cihê wê xisarê dikare bê tejîkirin.

Mam Celal dostekî giranqedir ê PDKÎ û xebata li Kurdistana Rojhilat de bû, û di rojên dijwar û bizehmet de, dost û hevpeymanê Dr. Qasimlo û PDKÎ bû, ku jidestdayîna vî kesaytiyê bo PDKÎ jî kovaneke mezin e, ku birînên me yên mezin jî dikelîne.

Em di PDKÎ de tevî sersaxîkirina li kesûkar û malbata birêz a Mma Celal, bi taybetî hevjîn û kurên wî, em hevxemê Mekteba Siyasî û serkirdayetî û hemû endamên YNK`ê ne. Em sersaxiyê dibêjne gelê xwe, bi taybetî di Kurdistana Îraqê de.

Em tevî eyankirina xem û kovana xwe bona jidestdana vî kesayteiyê mezin, cardin em pêdagiriyê dikin li ser hevahengî û tebahî û pêkvebûnê, çi di nava refên wê hizba dostê me YNK`ê, û çi jî di nava hemû hizb û aliyên siyasî û xebatkar ên Kurdistana Îraqê de, ku ew qonaxa hestiyar ya dîroka vê para nîştimana me, di bin xemeke weha mezin de, tenê bi pêkvebûnê dikare bigihîje serkevtinên mezin.

Riha Mam Celal şa be

Sebr û xweragirî bo ezîzên wî

Tebahî û serkevtin bo xebat û tekoşîna di Kurdistanê de

PDKÎ
Deftera Siyasî

12.07. 1396
04.10.2017