Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Em waneya bawer û cangorîtiyê ji kêmendaman hîn dibin

16:41 - 3 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Navenda Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji bo rêzgirtin ji malbatên kêmendamên vê partiyê û malbatên şehîdan peyamek belav kir.

Peyam wiha ye;

 Ji bo rêzgirtin ji kêmendamên partiya me Dîroka tevgera netewî a Kurdan û xebata wan ji bo dabînkirina maf û azadiyan û herwisa ji bo dabînkirina mafên netewî ên Kurdan, evraz û nişîvên curbicur di rûpelên xwe de tomar kirine.

Berdewamiya vê xebat û berxwedanê ku ji vîna neteweyeke mafxwarî û bindest bi xwîna hezaran xebatkarên Kurd rengîn bûye ku wan kesam jiyana xwe di pêxema azadî û mafên neteweya Kurd de gorî kirine û bi vê xwînê, belgeya rewatiya vê xebatê û berheqbûna mafên Kurdan hatiye îmzekirin.

 Herwisa bi hezaran xebatkarên neteweya me di qonaxên cuda ên dîroka vê xebat û berxwedanê de rastî tîx û tîr û terora tawanbarên rejîmê hatin û beşek yan jî çendîn endamên cendekê xwe ji dest dan. Mixabin gelek mînak hene û a herî berçav jî teror û kêmendamkirina xebatkar û kesatiyê naskirî ê netewa me kek mela Hesen Şêweselî ye ku bi kêmendamî lê bi baweriya xwe bi rewatiya maf û azadiyên neteweya xwe, jiyaneke ne normal belkî tijî êş û elem derbas dikin.

Taybetmendiya cesteya wan, bandoreke xirab kiriye ser dil û hindirê wan û tenê kêmendam dikarin hest bi van azaran bikin. Piraniya kêmendaman, weke her kesekî din xwediyên jin û zarokan in ku ji ber kêmendamiya cesteyî û rewşa nebaş a hindir, ne dikarin bi awayekî asayî û li gor heza xwe xizmeta malbatê bikin û nikarin wan karan jî encam bidin ku berê ji bo debara jiyana malbatê dikirin û ev jî dil û hindirê wan dêşîne.

Lê dîsa jî bejna xwe li ber vê rewşa dijwar natewînin û bi serberzî, xebat û jiyanê didomînin. Çi qasî tal e ku heval û hevçeperê mirov yan jî kesekî din ji dîtinê tê bêparkirin. Dunyayê û ruyê zarokên xwe nabîne û bi neçarî, ruxsarê zarokên xwe di mejiyê xwe û alema hindir de bi xeyalan nexşîn dike.

Piyên wî tine bin ku bi wan piyan, zarokên xwe hînî rêveçûnê bike. Destên wî tine bin ku bi ser serê zarokên xwe de bikşîne. Di rastî de ew kêmendam hemû van êşan dikşînin û jiyana xwe bi eleman re derbas dikin. Şehîd jî sembol û nîşana cangorîtî û xwebexşîn di pêxema netewe, ax û xelkê Kurdistanê de ne û lewre pêkhateyên cuda ên xelkê Kurdistanê di hemberî van cangoriyan de bejna xwe ditewînin û rêzgirtin ji malbatên şehîdan û xizmetkirin bi wan, weke erkên xwe dibînin û weke baştirîn padaş jî, meş û rêbaza wan berdewam dikin.

Li gor heman bingehê jî pêwîst e rêz ji wan kesan bê girtin ku di pêxema dabînkirina maf û azadiya neteweya Kurd de hin ji endamên leşê wan bûne qurbanî. Rêzgirtin ji wan kêmendaman erkek netewî ye. Rast e ku jiyana kêmendaman bi dawî nehatiye û ew dikarin bijîn, lê jiyana wan bi jan û êş û eleman re didome û dibe ku êş û elemeke nêzîkî mirinê û a şehîdbûnê bikşînin û careke din ji bo jiyana pirjan a kêmendamiyê dest pê bikin.

Herwisa ne tenê xizmetkirina malbatên kêmendaman erkek netewî ye, lê belê erkê mirovî û exlaqî ê hevçeper, hevbîr û hevarmancên wî û tevahiya xelkê Kurdistanê jî ye. Tevî ku di serî de ew erk li ser milên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ne ku li malbatên şehîd û kêmendaman xwedî derkeve, lê ji ber ku erkek mirovî, niştîmanî, exlaqî û şoreşgêrî ye, hemû pêkhateyên civakê li xwe digire. Ev kar ne ev e ku dilê mirov ji bo wan bisoje ji ber ku endamên hizbê ji vê mezintir in ku dilê me ji bo wan bisoje lê belê ew cangorî û cestebexşên netewa me ne û divê em waneya bawer û cangorîtiyê ji wan hîn bibin û di heman demê de jî erkên xwe ên niştîmanî, mirovî, exlaqî û şoreşgêriyê bicî bikin û rêzê ji wan bigirin.

 Êdî ew dem hatiye ku em sozên xwe li hemberî wan nû bikin û ji wan re bêjin hûn ji bo me mînaka cangorîtî, wêrekî û bawera xurt a handera derbaskirina riya dabînkirina armancên me ne û cihê we di gorepana xebatê de xuya ye û hizra we jî rênimûniya me dike. Divê hewl bê dayîn derfet ji bo rêzgirtin û emegnasiyê bê pêkanîn û bi bawermendiyê, erkên xwe bicî bikin.

Navenda Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

10’ê Sermaweza 1397’an a Rojî