Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ êrîşa terorîstî ya bajarê Qamîşloyê mehkûm kir

21:59 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq bi êrîşa terorîstî ya bajarê Qamîşlo, peyama hevxemiyê belav kir.

Eva deqa peyamê ye:

Peyama hevxemiya Deftera Siyasî ya PDKÎ


Em hatin haydarkirin ku spêdeya roja Çarşemî berwarê 27’ê Tîrmeha 2016’an a Zayînî (06.05.1395’an a Rojî), bi sedema du teqînên cuda li bajarê Qamîşlo, mixabin bi dehan kes ji xûşk û birayên me yên xelkê wî bajarî şehîd û birîndar ketin.

Em serbarê mehkûmkirina vê êrîşa terorîstî, sersaxiyê dibêjin malbata şehîdên vê bûyerê, û herweha daxwaza şifa ya bilez bo bîrîndarê vê bûyerê dikin.

PDKÎ
Deftera Siyasî

27.07.2016’an a Zayînî
06.05.1395’an a Rojî