Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ nameyek bo Ehmed Şehîd şand

19:23 - 26 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, derbarê rewşa mafê mirovan li Kurdistana Rojhilat nameyek ji Ehmed Şehîd, nûnerê taybet ê Komîsyona Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re şand.

Deqa nameyê bi vî awayî ye :

Birêz cenabê Ehmed Şehîd, nûnerê taybet ê Komîsyona Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo çavdêrîkirin bi ser mafê mirovan li Îranê

Ligel silavan


Di rapora vê dawiyê ya we yê birêz de, we ji berê berçavtir bal kişandiye ser Kurdistana Rojhilat û binpêkirinên Komara Îslamî ya Îranê, lewra di vê derbarê de me bi hewce zanî sipasiya kar û keda we yê birêz bikin û ji we re hêviya serkevtinê bixwazin di kar û erkên bi we sipartî de.

Di raporê de daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê hatibû kirin ku xwe ji kuştina xelkê sivîl û topbarankirina û qumparebarankirina herêmên niştecihbûna welatiyan xwe biparêrze ku ev yek cihê kêfxweşiyê ye.

Di vê derbarê de hewce ye em weke Partiya Demokrata Kurdistana Îranê we yê birêz û hemû aliyekê agahdar bikin ku Pêşmergeyên hizba me di çi şer û aloziyekê de pêşdest û destpêşxer nebûne, belkî eva rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye ku xelkê sivîl ên navçeyan û azadîxwazên Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bi tawana hebûna wan di nava xelkê xwe de dike armanc, ev yek jî vedigere bo vê rastiyê ku li Îrana bin desthilata Komara Îslamî de derfera hîç core têkoşînekê bi çi yek ji awayan tune ye. Ne tenê ev yek, belku rê bi çi rexnegir, mafxwaz û azadîxwazekê nayê dayîn da ku nerîn û dîtinên xwe bînin ziman û rexne û daxwazên berheq ên herî kêm ligel cezayên pirr giran û tund berbirû dibin û rejômê rewşeke bi tevahî ewlekarî û polîsî bi ser jiyana xelkê de zal kiriye û dest ji îdamkirina bê mehkeme a azadîxwazan û kuştina kasibkar û kolberan naparêze.

Di rewşeke wiha de xelkê Îranê bi giştî û keç û xortên kurd bi taybet ku mafên wan herî zêde tên binpêkirin û serkut û qirkirina çend qat zêde ber wan ketiye, li benda vê yekê ne ku Komîsyona Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û û ev saziya cîhanî bi xwe ji berê bêhtir rejîma Komara Îslamî ya Îranê bixin bin zextê bona ku ji kuştina xelkê û wêrankirina gund û bajarên Kurdistanê xwe biparêze û derfeta têkoşînê bo partî û aliyên siyasî û saziyên sivîl (NGO) re dabîn û misoger bike.

Her eva ku Komara Îslamî ya Îranê rê bi we yê birêz û bi kesayetiyên weke we nade ku ji nêzîk ve rewşa binpêkirina mafê mirovan ji aliyê vê rejîmê ve bişopînin û zêdetir li ser rêjeya îdamkirina û destbiserkirina agahdar bibin, bi xwe belgeyek e bona selimandina rastiya van pirsên ku me bi kurtî qala wan kir.

Di dawiyê de em radigehînin, xebata Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, xebateke rewa ye bona berçavgirtina mafê mirovan, dabînbûna demokrasiyê li Îranê û mafên netewî yên kurdan û gelên din ên Îranê û wekheviya jin û mêran di nav civak û malbatê de bo edalet û yeksaniyê ye, di pêvajoya vê xebatê de jî herdem pirensîpên pejirandî yên mafê Mirovan berçav girtiye û dê berçav bigire.

Ligel daxwaza serkevtina zêdetir bo we yê birêz

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî

20.10.2016
29ê Rezbera 1395