Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ roja 16’ê Sermawezê weke roja Kêmendamên vê partiyê destnîşan kir

12:24 - 5 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi armanca emegnasî û rêzgirtin ji tekoşîna kêmendamên xwe, roja 16’ê Sermawezê weke roja Kêmendamê PDKÎ destnîşan kir û di vê derbarê de daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir.

Daxuyanî wiha ye;

Daxuyaniya Navenda Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Ji bo agehdariya hemû aliyan, kadir, pêşmerge, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û bi taybet kêmendamên PDKÎ didin xuyakirin ku ji bo nîşandana emegnasiyê û weke rêzgirtin ji tekoşîna hemû wan hevalên ku di xebata netewî a Kurdan de û di refa xebatkarên partiya me de rastî teror û şêwazên din ên pîlanên hovane ên rejîmê hatine yan jî li çeperên berxwedana li hemberî dujminên Kurdan, endamek yan jî hin ji endamên leşê xwe ji dest dane û rastî jiyana kêmendamiyê hatine lê dîsa jî kêmendamiyê nekariye berdewamkirina xebata wan asteng bike û hizra wan a azadîxwaziyê û vîna wan xurttir bûye, PDKÎ rojekê weke roja Kêmendamên vê partiyê destnîşan dike.

Tevî ku rêzgirtin ji ew kesên ku cesteyê xwe di refên partiya me de bi gorî kirine, erkê hertimî û rojane ê hemû pêkhateyên civaka Kurdan û bi taybetî jî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye, lê ji bo ku rojeke destnîşankirî ji bo rêzgirtin ji xebat û tekoşîna wan kesan hebe, roja 16’ê Sermawezê weke roja Kêmendamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê destnîşan dikin ku tê de kek mele Hesen Şêweselî hevalê xebatkar û endamê rêberatiya partiya me roja 16’ê Sermaweza sala 1366’an a Rojî di pîlaneke rejîma hov a Komara Îslamî a Îranê de rastî terorê hat û di encamê de piraniya endamên hestyar ên ser û çavên wî rastî ziyanê hatin û her du çavên xwe jî ji dest dan.

Destnîşankirina rojekê ji bo nîşandana emegnasiyê û weke rêzgirtin ji tekoşîna wan di refên PDKÎ de tenê aliyekî biçûk ji erkên me li hemberî wan kesan e ku cesteyê xwe ji dest dane. Me li hemberî wan kesan gelek erkên din ên niştîmanî, mirovî û exlaqî jî hene ku pêwîst e wan jî bicî bikin. Em hêvî dikin xebata me serkeve û netewa me bigihe armancên xwe bila êdî xortên Kurd rastî jiyaneke bi vî rengî neyên.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

 Navenda Siyasî

 13’ê Sermawezê a sala 1397’an a Rojî

4’ê Kanûna Pêşîn a sala 2018’an a Zayînî