Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û Hizba Şiyû`î a Kurdistanê civiyan

14:54 - 6 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: PDKÎ digel şandeke Hizba Şiyû`î civîn pêk anî, û derbarê pirsên rojevê de gotûbêj kirin.

Di roja 13`ê Xezelwera 1396`an de, şandeke Hizba Şiyû`î a Başûrê Kurdistanê, bi serperestiya “Ebû Tara” serdana Deftera Siyasî a PDKÎ kir, û ji aliyê “Mistefa Hicrî” û hejmarek ji endamên rêberayetiya Hizbê ve pêşwazî ji wan hate kirin.

Rêzdar Ebû Tara armanca serdana xwe ya bo Deftera Siyasî ya PDKÎ, vegerande ser hevdîtina hevalên hizbî, wekî dostên dîrokî yên hizba Şiyû`î, û herwiha di civîneke dostane de, axavtineke siyasî kir derbarê rewşa Kurd û bitaybetî êrîşên dewleta Îraqê, û hevpêymanên wê ên deverê bo ser bajarê Kerkûkê, û deverên kurdistanê û herwiha bêdengiya hevpêymanan derheq şevitandina serwet û samana xelkê, ku di encamp de xelk neçar man warê xwe bi cih bihêlin.

Di vê civînê de, îşare bi berdewambûna pîlanên neyarên Kurd ji bo têkbirina destkevtên siyasî û neteweyî ên Kurd li Başûrê Kurdistanê û bandora nerînî a wan pîlanan li ser hereketên mafxwazî ên gelê Kurd di beşên din yên Kurdistanê de hate kirin.

Herwiha di vê hevdîtinê de, carekî din jî li ser wan rastiyan tekez kirin, ku tenê riya berbirûbûna digel neyarên Kurd, yekbûn û yekrêzbûna partî û aliyên siyasî ên Kurdistanê û piştgirêdana bi hêza xelkê Kurdistanê ye, û herdu şandên dost di dawiya vê civînê de li ser pêwendiyên siyasî ên xwe tekez kirin û “Mistefa Hicrî” spas li serdana dostane ya hizba Şiyû`î kir.