Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û Yekgirtûya Îslamî bi hev re civiyan

15:48 - 7 Şibat 2018

Kurdistanmedia: PDKÎ bi boneya 24.emîn salroja avakirina Partiya Yekgirtûya Îslamî serdana rêberayetiya vê partiyê kir.

Roja Sêşemî 17`ê Rêbendana 1396`an, şandeke PDKÎ, bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî”, endamê Deftera Siyasî a PDKÎ serdana Partiya Yekgirtûya Îslamî di bajarê Hewlêrê de kir, û ji aliyê “Selahedîn Mihemed Behadîn”, emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamî ve pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê serdanê de, “Qadirî” pîrozbahiyên PDKÎ bi boneya salroja avakirina Partiya Yekgirtûya Îslamî pêşkêşî vê partiyê kir, û hêviya serkevtinê di karên xizmetkirinên zêdetir de, ji bo xelkê Kurdistanê ji wan re xwast.

Di vê serdanê de, şanda PDKÎ derheqê “Navenda Alîkariyên Partiyên Kurdistana Îranê” de, zanyariyên hewce pêşkêşî mamosta “Selahedîn Mihemed Behadîn” kirin.

Partiya Yekgirtûya Îslamî di sala 1994`an de hatiye avakirin, û partiyeke nermrev ya îslamî a Başûrê Kurdistanê ye.