Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pênc sal bi ser komkujiya Kurdên Êzîdî ve derbas dibe

11:56 - 3 Tebax 2019

Kurdistanmedîa: Pênc sal berî niha di 3`ê tebaxa 2014`an de, hezaran Kurdên Êzîdî ji aliyê girûpa terorîst a DAÎŞê ve hatine kuştin û aware bûn.

Îro pêncimîn sale ku bi ser enfal kirina Kurdên Êzîdî ve derbas dibe, û di 3`ê Tebaxa 2014`an de, DAIŞê êrîş kire ser Şengalê û derdora wî, û hezaran Kurdên Êzîd hatine enfalkirin û hezaran keç û xurtên Kurd ên Êzîdî jî, ji aliyên terorîstên DAÎŞê ve hatine revandin.

Ofîsa rizgarkirina Kurdên Êzidî yên revandî, Hisên Koro Qayidî ragihandiye ke: Hezaran Kurdên Êzîdî aware û nexuya ne û hejmara ku yekim roj ku DAÎŞa terorîst êrîş kire ser Şengalê, 1 hezar û 293 kes hatine enfal kirin û heya niha 80 goristanên bi kom jî hatine dîtin.

Şerê DAÎŞê, bilî awarekirina hezaran Kurdên Êzîdî li pey xwe hebû, bûye sedema wê yekê ku, 100 hezar Kurdên Êzîdî bo derveyê welat biçin û bibine penahende.

Heya niha jî hejmareke zêde a Kurdên Êzîdî bi sedema herifîna avahiyên wan û ji tirsa hebûna girûpa terorîs a DAÎŞê ve, neçaran di nav kempan de bijîn.

Dawiya sala 2015`an Şengal ji aliyê Hêzên Pêşmergên herêma Kurdistanê ve bi piştevaniyan balafirên hevlbendiya navneteweyî ve hate kontirolkirin.