Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perê av û elekterîkê wê ji erdhejlêdayiyan bê wergirtin

17:08 - 14 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Bi nav nûnerê Qesra Şîrîn ragehandiye ku di meha bê de, wê perê av û elekterîkê ji erdhejlêdayiyên Kirmaşanê wergirin.

Erdhejlêdayiyên Kirmaşanê di rewşeke pirr dijwar de dijîn, û rejîmê heta niha tu tişteke pêwîst ku bikare kêmekê ji êşên wan kêm bike, bo wan nekiriye.  

Dewletê qewl dabû ku bona çêkirina avahiyên xisardîtî ji erdhejê alîkariyên bêberamber û wamên dirêjheyam bide, lê ew jî nekirin.

Sala derbazbûyî bi sebeba hatina ba û bahozê, piraniya ev kanêksên ku radestî hemwelatiyên erdhejlêdayî hatibûne kirin, ba û bahozê ev kanêks fire dabûn.

Lê hemwelatiyên bajarên wekî: Şino, Seqiz, Sine û Mehabad û çend bajarên din yên Kurdsitana Îranê, bi awayê xwebexş kanêks ji hemwelatiyên erdhejlêdayî re şandibûn, da ku di demsala sirrê de bê stargeh nemînin.

Ev alîkariyên hemwelatiyan di demekê de hatibûn encamdan ku, berpirsên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê a terorîst ji hemwelatiyên erdhejlêdayî re ragehandibûn, ku ev kesên ku kanêksan werdigirin, dibe ku 5 milyon Tûmenî pere bidin, lê ev kanêksên ku rejîm ji hemwelatiyan re şandibûn, hemwelatiyan nekarîne tu mifahê jê wergirin.