Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwîn Buldan: Em ji girtîgehê natirsîn

21:19 - 8 Adar 2018

Kurdistanmedia: Hevseroka HDP`ê Perwîn Buldan di mîtînga 8`ê Adarê de, rû li dewleta Tirkiyê ragehand ku me girtîgeh dîtine, û êdî em ji girtîgehan natirsin.

Serbarê vê ku dewleta Tirkiyê mîtîngên 8`ê Adarê qedexe kiribûn, lê li hinek bajaran û bi taybetî li Wan û Amedê bi awayekî berfireh rêz ji “Roja cîhanî ya Jin”ê hate girtin. Jinên Amedî li mîtînga 8’ê Adarê gotin: “Bijî berxwedana Efrînê”.

Li mîtîngê Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan, parlamenterên Amedê Feleknas Ucan, û Sibel Yigitalp jî berhev bûn.

Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan bal kişande ser polîtîkaya qirkirina siyasî ya li ser siyasetmedarên Kurd ên rehîngirtî û got, “Ew ji siyaseta jinên me ditirsin. Ji bo vê jî ew rehîn girtine. Têkoşîna wan têkoşîna me ye, û di demeke kurt de emê wan zindanan vala bikin”.

Li mîtîngê peyama Hevseroka HDP’ê Fîgen Yüksekdağ, Hevseroka DPB’ê Sebahat Tuncel û Hevşardara Amedê Gülten Kişanak jî hate xwendin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Güven jî peyamek şand û di peyamê de got, “Mehabad çi be, Efrîn jî ew e. Em ji heman xakê ne.’’

Li Wanê jî bi hezaran jinan 8’ê Adarê pîroz kirin, û peyamên berxwedanê dan. Di vê mîtîngê de jî gellek kesan axavtin kirin, û peyama tekoşîna ji bo mafê jinê, û peyama tekoşîna ji bo azadî û aştiyê dan, û piştgiriya xwe ji berxwedana Efrînê ragehandin.

Li Efrînê jî ku berxwedaneke biheybet lê heye, tevî êrîşên giran jî, jin daketin qadan û hêzên ku bi pêşengiya jinan şoreşê diparêzin silav kirin. Ew mîtîng di nava rewşa tund ya ewlehiyê de bi rê ve çûn.

Hêjayî basê ye ku her sal li Bakûra Kurdistanê bi sedan hezar kesî dadikevin qadan, û ji her welatekî zêdetir û berfirehtir vê rojê pîroz dikin. Lê ew sal Tirkiyê rewşa awarte di gellek bajaran de ragehandiye, û êdî em dikarin bêjin ne tenê demokrasî hatiye astengkirin, belkû bêhna dîktatoriyê jî jê tê.