Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangeha kultur û dab û nerît a Kurdî li bajarê Mihabadê hat wekirin

14:57 - 4 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Mihabadê Pêşangehekî taybet bo kultur û dab û nerît a Kurdî bi hinceta derxistina jiyana hevwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhelatê hat wekirin.
Di vê pêşangehê de komek asewar û kelupelên dîrokî danabûne berçav ku bas li jiyana çendîn newî berî niha dike.
Bi gotina birêveberê pêşangeha han, armanca me li wekirina vî pêşangehî zindî ragirtina dab û nerîta Kurdewariye û herweha nîşandana jiyana pêşîniyan bi newiyên îro yê Kurdistanê.

pêşangeha han li hola Wehdetî li bajarê Mıhanadê ji aliyê komek xwendekar û tewakerên zanîngeha Peyamnûra Mihabadê hat wekirin.

Pêşangeha kultur û dab û nerîta Kurdî li berwar 1’ê Nîsanê destpêkiriye û heya 14 rojan dom dike.