Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmerên Bajar bi caşan re agehdarî dan

12:27 - 17 Tebax 2019

Kudistanmedia: Pêşmergên Bajar li bajarê Bokanê, agehdariyek bi caş û kirêgirtiyan re dan, ku nebine pêşengên dujmin û dest ji nîştimanfiroşiyê berdin.

Roja Înê 25`ê Gelawêjê, di rewşeke awarte de, di demekê de ku rejîma Îranê sîxur û kirêgirtiyên xwe di nav bajar de belavkirbûn, pêşmergên Bajar di nav bajarê Bokanê de me`imûriyetên xwe lidar xistin.

Pêşmergên çavnetirs ên Demokrat li bajarê Bokanê, bi bê guhdan bi hebûa hêzên rejîma Îranê, çalakiyên xwe lidar xistin, û her di wê rojê de, pîrozbahiya 25`ê Gelawêjê li xelkê bajarê Bokanê kirin.

Hevdem pêşmergên Bajar li bajarê Bokanê, aghdariyek bi caş û kirêgirtiyan re dan ku, agehdarê hemû reftarên xwe yên naşîrîn bin û pêşengiyê bo rejîma dijî Kurd nekin.

Herwisa agehdarî dan ku, hekî dest ji kiryarên xwe ên pîs bernedin, yê bigihîjne cezayên xwe yê xeyanetê.