Kurdistanmedia: Pêşmerên Bajar li bajarê Merîwanê, di peyamekê de bi boneya 22`ê Pûşperê, soza emegnasiyê bi rêbaza Dr. Qasimlo re nûkirin û terorîzma dewletî ya komara Îslamî şermezarkirin.
Peyam wiha ye:
Namirin ewên ku di dilê milet de dijîn
Neteweyek ku azadiyê bixwaze dibe nirxa wê azadiyê jî bide
Hevnîştimaniyên birêz! Xelkê xebatkar ê Kurdistan
Her wekî ku agehdarin, 30 sale ji ser terorkirina rêberê navdar ê gelê me duktor Ebdulrehman Qasimlo re derbas dibe, Kurd û bigiştî dinyaya derve, hêdî hêdî li armanc, hizir û bîr, kar û kiryarên Qasimloyê nemir tê digin.
Her ji bo vê jî îsal, li gor salên berê, destpêkeke nû bû li xebata rizgarîxwazaneya gelê me. Em hemû şahidê wê rastiyê bûn ku çawa bi hev re helwêsata kiryar û emegnasî, kebên xwe li dijî terorîzma dewleta komara Îslamî nîşan dan.
Rasan Tarawge, xaleke nû û destpêkeke bihêzbû li xebata tarawgenişîn, her boye jî em wekî pêşmerên Bajar li bajarê Merîwanê, li yada 30`emîn salvegera şehîd Dr. Qasimlo, terorîzma komara Îslamî a rejîma Îranê şermezardikin.
Di heman demê de, em peymana emegnasiya xwe bi rêbaza tijî li serbestiya Dr. Qasimloyê nemir re nûdikin ku heya dawiya jiyanê, emê parêzerê nîştiman bin. Silav li xwîna paqij a şehîd duktor Qasimlo û tev şehîdên Kurd û Kurdistanê.
Pêşmergên Bajar li bajarê Merîwanê
26`ê Pûşerê