Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar pîrozbahiya 25`ê Gelawêjê kirin

14:06 - 15 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergên Bajar li bajarê “Pawe” û derdorê, di peyamekê vîdiyoyî de, digel nûkirina soz û peymana domandina xebatê, pîrozbahiya 25`ê Gelawêjê li çiya û bajar kirin.

Deqa peyamê bi vî awayê ye:

Ez Demokratim

Landika min “J-K” e

Dayîka min welat e

Bi navê xwedê û axa paqij a Kurdistanê

Em Pêşmergên Bajar li bajarê Pawe û deverên derdorê, bi hilkefta hatina 25`ê Gelawêjê salvegera avakirina PDKÎ, pîrozbahiyê li hemû evîndarên azadî û hemû pêşmergên çiya û bajar dikin, û di vê rojê de peyman nû dikin ku emê hemû kurdistanê li dijî dagîrkerên welatê xwe bikine çeper, heya dema ku em bi azadî bijîn.

Bijî Kurdistan

Bijî PDKÎ

Mirin bo dagîrkeran

Pêşmergên Bajar, bajarê Pawe