Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî berê yê PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

17:17 - 11 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî berê yê PDKÎ, li bajarê Pîranşarê  çû ser dilovaniya xwe.

 Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xwedêjêrazî Resûl Tarumî, xelkê gundê “Nemincê” ya girêdayî devera Pîranan a  ser bi bajarê Pîranşarê, di temenê  75 saliyê de, çû ber rehmetê.

 Xwedêjêrazî Resûl Tarumî, bo heyameke zêde di nav refên pêşmergeyên PDKÎ de erka nîştimanî a xwe bi cih gihand, û navbirî yek ji wan pêşmergeyan bû ku  xelkê deverê bawerî pê hebûn, û bo encamdana erk û wezîfeyên hizbî,  hemû hêza xwe bi kar dianî, û herwisa bi dilekî pak têkoşîn dikir.

Xwedêjêrazî, Resûl di şoreşa gelên Îranê de jî, bo heyama çend salan digel xebatkarên hizbê pêwendî hebûye, û karûbarên hizbî bi rê ve dibir.

Termê navbirî di nav girseya xelkê  gundê “Nemicê” a girêdayî devera Pîranan, bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.