Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî dêrîn ê PDKÎ di welatê Su`idê de çû ber dilovaniya xwe.
Roja Çarşemî 2`ê Gelawêjê, “Selîm Derwîşî”, naskirî bi “Selîme Reş”, ê xelkê bajaroka “Nelos” a girêdayê bajarê Şinoyê û rûniştiyê bajarê “Lînşoping” a welatê Su`êdê, bi sedema sekînandina dil, koça dawiyê kir.
“Selîm”, li sala 1344 a Rojî, li Nelos a girêdayê bajarê Şinoyê jidayîk bûye. Her di destpêka serhildana şoreşa gelên Îranê û di despêka xebata eşkire ya PDKÎ de, dibe endamê yekîtiya ciwanên Demokrat û tevî xebata siyasî dibe
Navbirî di meha Gelawêj a sala 1365`an, dibe Pêşmergê PDKÎ û Di parên hêza Kêleşîn û komîteya şaristan a Şinoyê de, bi dilpakî û jixwederbasbûyî, erkên Hizbê, heya sala 1375`an bi rê ve bir.
Di sala 1375`an wêde, bi domkirin û bi bêyî du dilî, di teşkîlata eşkireya PDKÎ de, wekî endamekî çalake Hizb û gel, xebata siyasî ya xwe didomand.
Piştre di sala 1377`an, wekî penaber ê siyasî di welatê Su`idê de, hate vergirtin.
“Selîm Derwîşî” di welatê Su`idê de jî wek kesek welatperwer, dilsoz û emegnas, erkên Hizbê bi cî digehand û heya dema koça dawiyê, ser rêbaz û amancên Hizba Demokrat wefadar ma.
Mixabin mirin derfeta hivî û daxwazên vî neda ku serketinên xebata Hizba xwe û rizgariya welat bû, bibîne.
PDKÎ serxweşiyê dide malbat, xizm û kesûkarên vî û xwe bi pişkdarê xema wan dizane.