Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên Bajar li Urmiyê alaya Kurdistanê hildan

13:50 - 29 Nîsan 2019

Kurdistanmedia:  Pêşmergeyên Bajar li deverên Urmiyê çalakiyên tebilîxî lidar dixînin.

Roja Yekşemî, 8`ê Banemerê (28`ê Nîsana 2019`an) pêşmergeyên Bajar li geliyê Qasimlû û devera Deştepêl a girêdaiy bajarê Şinoyê, bi hildana alaya Kurdistanê û danîn cemedanî û gulên Helale çalakiyên tebilîxî birêve birin.

Herwisa pêşmergeyên Bajar di peyamekê de ragehandin: Em Pêşmergeyên Bajar piştevaniya xwe li PDKÎ radigehînin û hişdariyê didin caş û kirêgirtiyan da ku bizivirin himbêza gel.

Herwisa şeva Yekşemî 8`ê Banemerê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Sahêb ya girêdaiy bajarê Seqizê, tirakt û postêrên taybet bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê ku ji aliyê Dezgeha Rêkxistina giştî ya PDKÎ hatine belavkirin, çalakiyên tebilîxî li dijî Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîma Îranê lidarxistin.