Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêtirî 500 hezar kes di Îranê de tûşî penceşêrê bûne

21:32 - 11 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Li gor amarên hikûmetî li Îranê 500 hezar kesên tûşîbûyî bi nesaxiya penceşêrê hene ku 90 ji sedî a wan di sala derbasbûyî de tûşîbûne. Amara ku 10 heya 15 ji sedî di salekê de zêde kiriye.


Berpirsê Komîteya Birêveberî a Navneda Penceşêrê a Îranê li gel nûçegihaniya “Îlnma” gotiye: Di 30 salên derbasbûyî de nesaxiya penceşêrê bi awayek xurt zêde kiriye, û niha 500 hezar kes di Îrnaê de tûşî wê nesaxiyê bûne.
“Peyam Azadê” di got û bêja han de gotiye ku amara 90 hezar tûşîbûyên sala derbasbûyî ku zêdebûnek 10 heya 15 ji sedî a nesaxiya penceşêrê ye, li gor amarên fermî ne û amarên ne fermî ji vê yekê pêtir nîşan didin.
Herweha navbirî gotiye ku nesaxiya penceşêrê a mîde û memik ji pêtirîn nesaxiyên penceşêrê di Îranê de ne û rêjeya mirinê bi sedema penceşêra mîde pirr zêde bûye.
Wî pisporê nesaxiya penceşêrê got: Me di welat de pirsgirêka îlac û dermanan tune ye, lê bername ji bo wan îlac û dermanan di Îranê de tune ye.
Navbirî nûçeyê tûşbûna berfireh a xelkê Îranê bi nesaxiya penceşêrê di pêşerojê de belav kir, û xwazyarê bernamerêjiya micit di kindem û dirêjdem ji wê pirsê re bû.

Navbirî hewlên navend û saziyên cur bi cur di wî warî de wehe hewce nezanî û got ku gerek pirsa han bibe pirsek giştî û tenê wezaretek bersivderê wê pirsgirêka civakê nabe.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê