Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêvajoya destbiserkirina Behayiyan di Îranê de berdewam e

15:52 - 16 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Di doma pêvajoya destbiserkirina Behayiyan di Îranê de, aliyê kêm 16 hemwelatiyên Behayî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin destibiserkirin.


Li gora rapora Ajansa Nûeyan ya “Hêrana” roja 15.11.2015’an aliyê kêm 16 hemwelatiyên Behayî li 3 bajarên Tehran, Meşhed û Îsfehanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin destbiserkirin.

Li gora heman çavkaniyê, heya niha jî cihê ragirtina wan kesan û tometa wan nehatiye ragehandin.

Hêjayî base ye ku ola Behayî ji aliyê Mîrza Husên Elî Nûrî, naskirî bi “Behaullah” di sedsala 19’an de hatiye avakirin. Peyrewên vê olê bawerî bi vê yekê hene ku Behaullah (1817-1892)’an piştî pêxemberên wekî Îbrahîm, Mûsa, Bûda û Zerdeşt û Mesîh û Mihemed, pêxemberî herî nû ye. Li gora zanyariyan niha 7 milyon û 800 hezar kes peyrewên ola Behayî ne, û nawenda cîhanî ya Behayiyan di bajarê Heyfa a welatê Îsraîlê de ye.

Ew ol, li gora vegeşandinê di welatên cur bi cur de, piştî Mesîhiyetê wekî duyemîn ola cîhanê tê hesibandin. Peyrewên Behayiyetê li Îranê li jêr deshilata Komara Îslamiya Îranê de, di bin zext û givaşeke bê qas de ne, û rê bi belavkirina vê olê di Îranê de nahê dayîn.