Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama birêz Mistefa Hicrî bi boneya sêyemîn konferansa çar perçeyên Kurdistanê

15:40 - 30 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Li peyama sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de hatiye: civaka me di serdemek hestyar û çarenivîssaz de ye, lewra hoşyariya gelê me bitaybet lawên xweştevî di vê serdemê de rolek giring di warê diyarîkirina pêşeroja me de dilîze.

Deqa peyamê:

Ciwanên welatparêz û xebatkar ên gelê me!
Em keyfxweş in ku bo boneya pêkanîna sêyemîn konferansa we, pîrozbahiyên xwe ên herî germ pêşkêşî beşdarên di vê konferansê de bikin, û em hêvîdarin ku kongireya we bi serkevtin we kar û erkên xwe birêve bibe û bi encama dilxwaz bigîje, herweha çavnihêrî tê kirin ku konferans hilgirê peyamek zelal û serdemiyane, li ser bingeha xwastek û daxwazên demokratîk û netewî ên gelê Kurd, û yekrêzî û yekparçeyiya ciwanên vê neteweyê li hemû beşên xwe de be.


Beşdarên birêz!


Hûn di demekê de konferasa ciwanên çar perçên Kurdistanê pêk tînin ku rewşa herêm û cîhanê pitir ji caran bi qazancê gelên bindestê dîktatoran li Rojhilata Navîn de ku yek ji wan gelê Kurd e li guhertinê de ye, deshelatên zordar û serberedayî yek li dû yek, bi derba hêza lihevhatî, ya ciwanan tê herifandin û xelkê rizgarbûyî bi xwe qedera xwe diyarî dikin, eva ku di vê navberê de tê berçav, wêzariya ciwanan e ji bindestî û bikaranîna hêz û îradeya asinîn a xwe, bona pêkanîna guherînkarî û bidestvegirtina qedera xwe, lê digel wan guherînkariyan hewce ye ku ku vê rastiyê liber çav bigirin ku deshilata serberdayî a zal bi ser Kurdistanê de, hêj li ser piyê xwe ye, û hêj şiyana xwînrêjandin û tepeserkirina gelê me heye û di halê pêkutîna xwe a dawiyê de ye.
Rejîma dîktator a Sûriyê niha jî bi piştewaniya tevalî a Komara Îslamiya Îranê mijûlî wêrankariya welat û komkujiya xelkê mafxwaz ê welat e, û xûşk û birayên me ên Kurd jî xwediyê beşek ji wan bêbextî û malwêraniyan in. Kempa Domiz li Başûrê Kurdistanê ku konferansa we têde birêve diçe, bûye cihê akincîbûna beşek ji xûşk û birayên me ên awarê ku şahîdên zindî ê vê rastiyê ne.
Li Îranê keç û xortên Kurd tevî hemû lawên welat ku ji mafên xwe ên herî sereke ên jiyanê bêpar in, li vê beşa Kurdistanê lawên Kurd bi kom tên şandin bo girtîgehan, û tên îdamkirin û di bin siya siyaset û hukimraniya rejîmê de di gel nexweşiyên curbicur ên civakî berbirû bûne.
Li Bakûrê Kurdistanê piroseyek dest pê bûye, em bi bi nîgeranî ve çavnihêriya encamên vê pirosê dikin û hêvîdarîn ku encama vê demokrasiyek zaftir bo Turkiyê û rizgariya gelê me di vê beşa Kurdistanê de, ji her cure çewsandinekê be.
Bi vî awayî em dibînin ku civaka me di serdemek hestyar û çarenivîssaz de ye, lewra hoşyariya gelê me bitaybet lawên xweştevî di vê serdemê de rolek giring di warê diyarîkirina pêşeroja me de dilîze, û her li ser vê esasê jî rola ciwanên xebatkar di vê konferansê de û biryarên we, giringiyek teybet heye.
Em çavnihêrî dikin bi liberçavgirtina wan rastiyan, biryar û pirograma karê konfiransa we, bo pêşerojê rênîşander û alîkar bin.
Di vê derfetê de em bi hewce dizanîn ku silav û rêzên xwe pêşkêşî beşdarên konfransê bikin, û hevderdî û hevxemiya xwe jî pêşkêşî xûşk û birayên xwe ên aware kurdistana Sûriyê, û akincî li Kempa Domiz dikin, û hêviya wê rojê dikin ku êdî Kurd awareyiyê nebîne.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Sekreterê Giştî

Mistefa Hicrî

6’ê Banemera 1392’an

26’ê Nîsan a 2013’an