Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemiyê a lêpirsyarê giştî ê PDKÎ ji bo koça dawiyê a kek Se`îd Kiwêstanî

18:35 - 11 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta koça dawiyê a kek Se`îd Kiwêstanî peyameke hevxemiyê belav kir.

 Peyam wiha ye:

Ez bi bihîstina nûçeya koça dawiyê a kek Se`îd Kiwêstanî xembar bûm. Piştî destpêkirina xebata nû a Rojhilatê Kurdistanê, ez hertim nûçeyên şehîdbûna serbilindane a pêşmergeyên xweştivî û wêrek ên partiya me di şerên qehremanane de dibîsim, ku ji bo azadiya gelê me şer dikin, û ew nûçe bi êş in û min xembar dikin.

Lêbelê koça dawiyê a hevalekî kevnar ê rêbaza Demokrat weke kek Se`îd, ji bo min êş û azarên xwe hene. Min kek Se`îd li bajarê Nexedê nas kir.

Wê demê, wî di dukana xwe a biçûk a wênegiriyê de kar dikir. Ew mirovekî gellek aram û bêdeng bû, û her kesê ku ew nas nekira, nedizanî di bin vê aramiya wî de şîpelek ji hesta niştîmanperweriyê ji bo azadiya neteweya wî heye. Tevahiya gotinên wî ji vê hestê îlham digirtin, û bandor dikirin ser xelkê.

Behsa îşkenceya di girtîgehên rejîma Pehlewî de, êş û elemên di koçberiyê de ên ku ji ber xebatkirin di refên PDKÎ de kişandibûn, tevî ku destkurt jî bû, bi hêvîbûn û wêrekiya wî, hemû hêja ne ji bo ku mirov waneyan ji wan fêr be.

 Ew wêrekî û hêviyên di dilê wî de bûne sedem ku heya piştî bidawîhatina desthilatdariya Pehlewî jî, di xebata xwe a rêbaza Demokrat de berdewam be, û di encamê de careke din neçar bû dûriya welat bibîne û ji axa xwe koçber be.

 Lê dîsa jî di dema girtîgehê de, bi hemû dijwariyên jiyanê re, bi bûyerên cuda ên jiyana wî û PDKÎ, lê tenê carekê jî guman li cem wî çê nebû, û ji rêbaza partiya xwe derneket. Jidestdana van hevçeperan pirr dijwar û giran e, lê ev nirxa azadiyê ye ku em didin.

Ez bi hilkefta koça dawiyê a vî heval û hevxebatê me, sersaxiyê didim malbat û hevalên wî, û hêvî dikim armanca kek Se`îd û bi hezaran xortên Kurd ku ji bo azadiyê jiyana xwe kirine qurbanî, bigîjin encamê.

 Ruhê wî şad be.