Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Lêpirsiyarê Gişî yê PDKÎ bi minasibeta roja cîhanî ya Kedkaran

13:08 - 30 Nîsan 2022

Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi minasibeta 1`ê Gulanê roja cîhanî ya Kedkaran, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Roja Kedkaran pîroz be

Roja cîhaniya Kedkar li tev kedkaran û nemaze kedkaran û zilmdîtiyên Kurd pîroz be. Desthilata sitemkar û tepeserker a Komara Îslamî bi siyaseta xwe ya gendel û serberedayî hem welat rastî astengî û tarîtiyê aniye û hem jî hemû dahata welat bi heder daye û jiyana tal a kedkarî li Îran û Kurdistanê taltir kiriye û dahata Kurdistanê jî bi eşkere didize û talan dike; Hêviya nemana wê rejîma zilmker û dabînbûna dadperweriya civakî, hêviyek rû li geşe ye ku xebata tev tex û qatan zêdetir bi hev re girê didie.

Qahîmtir be xebata tev tex û qatên civatgeha Kurdistanê û hevkariya tev netewan di Îranê de.

Roja Kedkaran li tev kedkaran û qata zehmetkêş pîroz be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî