Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi boneya cejna Qurbanê

13:25 - 20 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, bi boneya cejna pîroz a Qurbanê peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Pîroz be cejna Qurbanê, cejna Misilmanên cîhanê

Bi boneya cejna Qurbanê, cejna Misilmanên cîhanê,  pîrozbahiyê dikim li hemû malbatên şehîdên riya xebat bo azadiya welat, bi taybet xelkê xweragir yê Kurdistana Rojhilat, kadr, pêşmerge û endamên PDKÎ, ku di heyama nêzîk bi 40 sal temenê  tijî ji serşorî a rejîma Komara Îslamî ya Îranê, berdewam bûn li ser xebat ji bo rizgarbûna ji çengê vê rejîmê, û herwisa ji bo gihîştin bi mafên xwe qurbanî dane.  

Serbilind bin, û cejna we tijî ji keyfxweşî û serkevtin be

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî