Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama “Mistefa Hicrî” bi hilkefta cejna Mewlûdê

16:56 - 29 Çirriya pêşîn 2020

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî”,  bi hilkefta jidayîkbûna Pêxemberê Misilmanan, peyamek pîrozbahiyê rû li Misilmanên cîhanê û nemaze Misilmanên Kurdistanê belav kiriye.

Deqa peyamê wiha ye:

Bi helkefta roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê (silavên Xwedê li wî bin), em pîrozbahiyê li Misilmanên cîhanê û bi taybet li Misilmanên Kurdistanê dikin. Em hêvî dikin di van rojên dijwar de ku “Corona” berfireh bûye, netewa me vê rojê bike sedema hevrêziyê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

8`ê Xezelwer a 1399`an

29`ê Çirriya Pêşîn a 2020`an