Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hîcrî bi hinceta salvegera ji daykbûna Pêxemberê Îslamê

13:50 - 13 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: Bi hinceta salvegera ji daykbûna Pêxemberê Îslamê, Mistefa Hîcrî peyamek pîrozbaiyê belav kir.
Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Bi boneya salvegera jidayîkbûna pêxemberê Misilmanan hezretê Mihemed (silavên xwedê lê bin) ez pîrozbahiya herî germ a xwe ji hemû Misilmanan û bi taybetî xwşîk û birayên xwe ên Kurd ên Misilman li Kurdistana Îranê re dişînim. Bi hêviya vê ku peyrewên ayîna Îslamê û hemû ayînên din di nava aştî û biratiyê de bijîn û tev alî rêz û hurmetê bo bîr û baweriyên ayînî ên hevdu danên.
PDKÎ
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî