Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî bo Mihemed Hacî Mehmûd bi hinceta şehîdbûna kurê wî

18:06 - 27 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a kurdistana Îranê, bi boneya şehîdbûna kurê Mihemed Hacî Mehmûd, sekreterê giştî yê Partiya Susyalîst Demokrat a kurdistanê, peyamek jêre şand.

Deqa peyama bi vî awayê ye:

birayê rêzdar/ Kakê Mihemed Hacî Mehmûd
Silavên germ!
Nûçeya şehîdbûna kekê Eta kurê te yê hêja û endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Sûsyalîst Demokrat a kurdistanê di eniya şer dijî terorîstan û dijminên gelê me cihê pejareya hemû aliyekê ye.

Bi vê bonê serxweşiya xwe ji te û serkirdayetiya PSDK û hemû andamên malbata we dikim û xwe di xem û kovana we de bi pişikdar dizanim.

Di vê bûyera bi jan û dil êş de, hêviya me sebr û berxwedana zêdetir bo we û malbata rêzdarê we ye.

Ruha şehîd Eta û hemû şehîdên riya rizgariya Kurdistanê şad be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê giştî
Misfeta Hicrî
27’ê Çiriya Paşîn a 2014’an
6’ê Sermaweza 1393’an a Rojî