Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê bo merasima çileya matemînê ya şehîdên 17`ê Xermananê

18:08 - 18 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê derheq çileya matemîna şehîdên 17`ê Xermananê peyamek belav kir.

  Deqa peyamê weha ye:

Amadebûyiyên hêja!

Xûşk û birayên rêzdar!

Îro çil roj derbaz dibin bi ser bûyera mûşekbarana binkeyên PDKÎ û Hizba Demokrat a Kurdistanê li derdora bajarê Koyê, ji aliyê rejîma cinayetkar û dijîKurd ê Komara Îslamî ya Îranê ve. Karesatek ku tê de 14 endamên rêberî û kadr û pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistanê û 2 mamostayên Fêrgeha PDKÎ şehîd bûn, û 40 kesên din jî birîndar bûn, ku di nava wan de jin û heta zarok jî berçav dikevin.

Vê bûyera bijan, xem û kovaneke bêqas xiste ser dil û derûna hemû aliyekî û hemû aliyekî jî helwesta xwe li hemberî vê cinayetê de nîşan dan, ku di nava wan de helwesta yekgirtî ya hizb û rêkxirawên siyasî ên Kurdistana Rojhilat û hevsozî û hevderdî û hevkariya xelk û hizb û aliyên Başûra Kurdistanê û welatparêzên parçeyên din ên Kurdistanê û herweha kom û komeleyên berevankarê mafê mirovan cihê baldanê bûn, bi taybet li ser bangewaza Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Rojhilat, xelkê Kurdistanê roja 21`ê Xermananê bi gireveke giştî di seranserê Kurdistana Îranê de, tevî mehkûmkirina vê cinayetê û bidarvekirina sê xortên welatparêz ên gelê me, şehîdan Ramîn Husênpenahî û Luqman  û Zanyar Muradî, hevsozî û bi hawardehatina xwe digel hizb û rêkxirawên Kurdistana Rojhilat nîşan dan, û peyam dane hizb û rêkxirawên siyasî, ku yekîtiya wan dibe sedema yekdengî û hevhelwestiya civatên xelkê Kurdistanê, û di heman demê de peyama wan bo Komara Îslamî ya Îranê ew bû, ku ew pêşwaziyê dikin ji dengê hizb û rêkxirawên xwe, û xwestek û daxwaziya wan, ya hemû xelkê Kurdistanê ye, ji aliyekî din ve nîşan dan ku tevgera Kurdistanê çiqas bihêz e û di pêvajoya xebata li dijî Komara Îslamî ya Îranê de çiqas pêdagir û bibandor e.    

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê tevî bîranîna şehîdên 17`ê Xermananê û mehkûmkirina vê kiryara cinayetkarane ya rejîmê, daxwazê ji rêkxirawa NY û hemû navendên alîgirê mafê mirovan û dadperwerî û bîrûraya giştî dikin, ku ji her riyeke mumkin ve pêşiya serşêtî û hewsarberedayîtî û serberedayîtiya Komara Îslamî ya Îranê bigrin, û rê nedin ku xortên Kurd di şêweyên curbicur de canê wan ji wan bihê standin.

 Silav li riha pak ya şehîdên 17`ê Xermanan a 1397`an a Rojî

Yad û navê wan bilind û birêz

Riya xebata wan pirrêvîng

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê

 25`ê Rezbera 1397`an a Rojî