Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama newrozî ya sekreterê giştî yê PDKÎ

00:02 - 21 Adar 2014

Kurdistanmedia: Peyama Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ bi hiceta hatina newroza 2714’an a Kurdî.

Deqa peyamê bi wî awyê ye:

Hemwelatiyên birêz!
Xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê!
Amadebûyiyên hêja!

Bi boneya newrozê û serê sala nû, ez pîrozbahiya herî germ a PDKÎ pêşkeşî we dikim. Ez hêvîdar im ku sala 1393’an (Buhara 2014) ji bo we wekî Buhara bi xeml, pirr be ji pêşkevtin, û pirr be ji şadî û kêfxweşî, jiyan bi dilê we be, û dijminên we serşor, û rû li nemanê bin.

Bila ji vê derfeta pîroz em mifah wergirin û em hemû pêkve silav û pîrozbahiyên xwe bişînin bo malbatên şehîdên serbilind û hertim zindî, ên riya rizgariya welatê xwe, ên ku li dijî paşvemayîn û zulm û sitemê bûn, ên ku hertim di bîra me de ne, û riya wan heya gihîştina bi armancên wan berdewam e.

Newroz li we pîroz be, xortên çavnetirs û berxwedêr ên gel, ên di nava girtîgehên tarî ên rejîma nezanî û sêdarê de, ên ku bi tawana mafxwaziyê di van rojên cejnê, dûr ji himbêza germ û pirr ji hezkirinê ya malbat û ezîzên xwe, bê par ji ciwaniya buharê û xweşiya rojên cejnê, di gel zîndanevan û eşkencekerên dilreş, neçar in ku di girtîgehan de bimînin, morala we bilind, û dilê we tejî ji hêviya rizgariyê be.

Pîroz be li kadr û pêşmerge û endamên PDKÎ, û hemû tekoşerên hişyar ên ku di hundirî welat û li jêr metirsî û gefxwarinên rejîmê de, ji her cure derfetekê mifahê distînin da ku bi awayekî kêrhatî, li dijî rejîmê berberekaniyê bikin, û amade bin ku di pêxema azadiyê de nirxa wê bidin.

Hêjano!

Niha ku em bi hêviyeke nû ber bi pêşwaziya ji sala nû ve diçin, di cihê xwe de ye ku em avriyekê li yek sala borî, wate sala 1392’an a Rojî bidin, saleke dijwar û pirr ji êş û azar, wekî hemû heyama temenê rejîma Îranê, bo hemû xelkê Îranê, û bi taybetî bo neteweya Kurd di vî welatî de. Di vê derheqê de hekî em bixwazin ku avriyê bidin hemû bûyerên wê salê, bixwe hewcedarê demekî taybetî ye, û di vê peyamê de cih nagre, lewra bi kurtî ezê îşareyê bi çend xalan bikim:

- Li gorî nirxandina sindûqa navneteweyî ya pere, rêjeya bêkariyê li Îranê, di sala borî de, li jêhelçûnê de bûye. Her li gorî serjimêriyên rejîma Îranê bixwe, ew rêjeya di Kurdistana Îranê de, li çav herêmên din ên Îranê, sertir bûye.

- Li gorî serjimêriyên nefermî, û heya ên rejîmê bixwe, ku ciyê gumanê ne jî, pêketina bi madeyên sirker zêde û zêdetir bûye. Li gorî gotina wezîrê karûbarên navxwe, şeş milyon Îranî bi awayê rasterast, pêketiyê madeyên sirker bûne, û %92 ji xelkê Îranê nîgeranê vê diyardeyê ne. Berpirsyarê “Civata Hemahengiya Berbirûbûna di gel Madên Sirker” li parêzgeha Sine dibêje ku nêzî 20 hezar pêketiyên van madeyan di vê parêzgehê de hene.
- Giranî û helawsana (Enfilasiyona) aborî û pêketina bi madeyên sirker, diyardeyên nexweş ên civakî ên zêdetir li pey xwe anîne, û hejmar û serjimêriya xwekujî û telaqê rû li zêdebûnê ye. Li gorî serjimêriya nawenda pizîşkên warê karûbarên yasayî, (pizişk qanûnî) li Kirmaşanê, heya dawiya meha Sermawezê, 3.125 kiryarên xwekujiyê di wê parêzgehê de rû dane ku li çav sala borî, ji sedî deh zêdetir nîşan dide. Nawenda kodikê (sebt ehwal) ya vê parêzgehê ragehandiye ku di destpêka şeş mehên destpêka wê salê de, radeya telaqê %13.3 zêde bûye, û li hemberî her çar zewacan de, sê telaq hatine navnivîskirin.

- Di sala borî de, karnameya rejîma Îranê di berdewamiya tundûtîjî û serkut û binpêkirina mafên mirovan de, reştir ji caran bûye.
- Mijareke din ya balkêş ku di heman demê de wekî ezmûnekê cihê jê fêrbûnê ye, cihguherîna berpirsyarên rejîmê di navbera Ehmedînijad û Rûhanî de, wekî serkomarê welat bû. Di vê şanogeriyê de, ku rejîmê wekî hemû carên din bi rê êxist, Rûhanî bi gotareke cuda ji Ehmedînijad, û bi qewl û soza cîbicîkirina daxwaziyên destpêkî ên xelkê karî ku bala beşdarên hilbijartinê bo aliyê xwe rakêşe.

- Diyarîkirina Rûhanî di encama vê bi nav hilbijartinê de, xweşî û hêviyeke wisa di nav beşeke xelkê de pêk anî, wekî vê ku ezmûna qewlên berbijarên hilbijartinên pêşîn, û çarenûsa wan qewl û sozan, ji bîr kiribin, û jêve bin ku di rastî de Rûhanî bawerî bi wan sozan heye û dikare wekî serkomar wan qewl û sozên xwe cîbicî bike. Ji qewl û sozên wî em dikarin amajê bi wan çend xalên jêrîn bikin:
Vêdebirina rewşa emniyetî (tenahiyê) bi ser welat, azadkirina girtiyên siyasî bi Kerobî û Mosewî ve jî, birêvebirina yasaya bingehîn, serxwebûna dezgeha dadweriyê, azadiya raderbirînê, xwendina bi zimanê zikmakî di wan herêmên ku neteweyên xeyrî Fars lê dijîn, diyarîkirina berpirsyarên wan herêman ji kesên xwecî û heta soza diyarîkirina wezîrekî ji hindikayiyan bi armanca pêregihîştina bi kêşeyên wan. Hinek kes jî -her yek ji wan bi mebestekê ve- li ser wan qewl û sozan ketin nava propagendeyan bo Rûhanî û ew qasê ku karîn di rastaya serkevtina Rûhanî, û axkirina di nav çavên xelkê de, xemsarî nekirin, lê Rûhanî her ji dema ku hate ser kar, ne tenê sozên xwe ji bîr kirin û pişt guh ve avêtin, belkû rast berevajî kar kir, ku ew jî vedigere ser du sedemên serekî:

Yekem- Rûhanî ku di heyama hatine ser deshilata Komara Îslamiya Îranê ve, ji mohreyên evlehî ên rejîmê bûye, û emegdariya xwe bi vê rejîmê û weliyê feqîh selimandiye, her di bingeh de bawerî bi pêkhatina guhertinan di Komara Îslamiya Îranê de nine.
Duyem- Di Komara Îslamiya Îranê de eva serkomar nine ku deshilat hebe, belkû tenê weliyê feqîh deshilata diyarîkirina siyaset û programa karê derve û navxweyî heye, her wek ku Xatemî di dema xwe de got, di vê sîstemê de, serkomar ji pêlîstokekê zêdetir nine.

Di rêûresma nasandina parêzgarê nû, û birêkirina parêzgarê pêşîn ê Sinê de, wezîrê Karûbarên Navxweyî yê dewleta Rûhanî bo sivikatîkirina bi gelê Kurd ragehand ku wî gellek hez dikir ku kesek ji xelkê xwecî bo vê berpirsayetiyê diyarî bike, lê mixabin kesekî kêrhatî di nava Kurdan de nedît, ku soza xwendina bi zimanê dayîkê, bi ragehandina dijberiya nawenda Ferhengistana Ziman û Edebiyata Farsî hate jibîrkirin, û di cihê diyarîkirina wezîrekê bo karûbarên hindikayiyan di navxwe de, Elî Yonisî berpirsê pêşîn ê dezgeha Îtilaatê, wek rawêjkarê taybetî yê serkomar di vî warî de hate diyarîkirin.

Derheq azadiya raderbirînê, daxistina çend rojname û destbiserkirina çend tekoşerên cudahizir di vê heyamê de, encama beşeke din ji qewl û sozên Rûhanî bûye. Cihê baldanê ye ku azadiya bîrûrayan di vê heyamê de, bi awayekî ketiye metirsiyê de, ku serkomar dibêje: “Yên ku rexnegir û li dijî dewletê ne, azad in, lê îznê bidin her di vê astê de jî, hevalên dewletê ji azadî û tenahiyê bê par nemînin, û rexneyên avaker bigrin”.

Hevalên rêzdar!

Tewahiya wan sitemkariyan ji dest dewletê tê, û birêvebirina vê siyasetê di navxwe ya welat de, ne tiştekî nû ye, belkû her di bingeh de rejîm li ser bingeha vê şêweya siyaset û bîrkirinê hatiye avakirin, û ji sîstemeke bi vî awayî, ji vê zêdetir nahê çavrêkirin. Lê ya ku cihê çavnihêriyê nine, hêvîdarbûna bi vê rejîmê û bi taybetî ji aliyê komeke hemwelatiyên Kurd ve ye, ku bi bê bibîranîna qewl û sozên di bi nav hilbijartinên pêşîn de, bi derev û xapandinên xwe, ku di vê rejîmê de rewayiya olî pê hatiye dan, carek din dikevne jêr bandora hinek qewl û sozan û diçne ser sindûqên dengdanê, û dengê xwe didin wan.

Rêzdarno!

Rejîma Komara Îslamiya Îranê serbarê pesenkirina xwe, û nîşandana rûçikek bihêz ji xwe, ji her demê bêhêztir e, jiber ku bihêzbûna hikûmetê ne bi hejmara zaf ya hêzên serkutker ên wê, û çewsandina xelkê bê tawan e, belkû bi qasî qahîmbûna pêgeha civakî û baweriya xelkê wê ye.

Niha kêmtirîn hejmara xelkê baweriyê bi vê rejîmê û reformên wê dikin. Xelk wekî dagîrker li vê rejîmê dinihêrin û li pey derfetên herî biçûk de ne ku hikûmetê di nav lepên dagîrker de derxînin û radestî nûnerên rastîn ê gelan bikin. Deshilatdarên rejîmê jî gellek baş ji vê rastiyê tê gihîştine, lewra tu derfetek bo azadiya bîrûrayan û cudabîran pêk nahînin. Rejîmek ku pişta xwe bi xelkê xwe qahîm be, tirs ji rexneyên rojnamenûsek, û daxwazkariya mafxwazekî neteweyî û heya xwendina bi zimanê dayîkê nine, û bi van tawanan wî xelkî nagre û îdam nake. Rejîmek ku hezkirina xelkê bi hêz û şiyana xwe bihesibîne, li hemberî daxwaziya welatên din de, bi hêceta “Nermişê Qehremanane” (nermiya qehremanane) serî natewîne, û ew qas zelûl û bêçare nabe. –her çend ku em li ser vê baweriyê bûn û hene, ku projeya navikî ya Îranê bi armanca destpêregihîştina rejîmê bi çeka navikî her di roja yekemîn de siyaseteke serberedayiyane û şaş bûye, û heta zêdetir dest ji vê xewn û xeyala tevdanîkarane hilbigre, zêdetir bi qazanca xelkê Îranê ye-.

Xeyrî lawazî û bêçareyiya rejîmê bi giştî, serdema deshilatdariya wan şêwe deshilatan bi ser çûye, jiber ku şiyana guhertinan û xwe rastkirina di gel pêvajoya serdem nînin, lewra herwekî hemû wan şêwe hikûmetên ku ji dûr û nêzîk ve, em dibînin, mehkûm bi nemanê ne. Lewra dema vê hatiye ku hemû aliyek bi awayekî hevgirtî li dijî wê bisekinin û ji vê zêdetir bi direv û fêlên wan nehên xapandin. Erkek ku di vê rastyaê de dikeve ser milê hemû takên civakê, eva ye ku aliyê kêm alîkariya serkevtina find û fêlên wan nekin. Baweriyê bi hêz û şiayana xwe ya bê binî bînin, her wekî hemû xelkê ku di heyama 4-5 salên borî de, bi destê betal berbûne canê deshilatên sitemkar û serkvetî jî bûn.

Bila bi vê hêviyê ve, em hemû ber bi pêşwaziya ji sala nû ve herin û agirê newrozê û xweşî û govendên vê boneya pîroz bikne hêvina têhn û goriya xwe ya xebatkarane, û cemeda tarîtî û sir û seqema stem û paşvemayînê ya rejîmê bidin helandin.

Bi baweriya bi nûbûna xebat û tekoşînê, newroz û sersala we ya nû pîroz be, û saleke pirr ji şadî û cejn û serkevtin û nemana sitem û stemkariyê, ji we re hêvî dikim.


Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî