Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Mistefa Hicrî bi boneya cejna Xawenkar, cejna ayîna Yarî

15:07 - 20 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hicrî di vê peyamê de pedagiri û piştîwaniya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bo mafên heq û rewye Kurdên peyrewê ola Yarî kirî ye.


Xûşk û birayên hêja ên peyrewê ayîna Yarî!
Silavên germ ên berxwedanê!
Bi boneya cejna ayînî ya Xawenkar ez pîrozbahiyên herî germ ên xwe û PDKÎ pêşkêşî we dikim, hêviya min ew e ku rêûresma we ya pîroz îsal pirr ji xêr û xweşî û şadî û dûr ji zulm û zordariya rejîma dijî azadî derbaz be.
Digel pîrozbahiya vê rê û resmê em nikarin berxwedan û cangorîtiya xûşk û birayên Yarî di vê salê de bi bîr nehînin, û hurmetê jê negrin. Sala 1392 (2013) peyrewên ayîna Yarî zêdetir û berçavtir ji salên borî ketne ber êrîşên hovane û bêhurmetiya bi kirêgirtiyên rejîmê. Ew êrîş û bê hurmetîkirin gihîşte astekê ku Hesen Rezewî, Nîkmerd Tahirî û Keyomers Temenak bi nîşaneya eyankirina nerizayetiya bi vê hemû rexne û bêhurmetiya ku derheq bi peyrewên ayîna Yarî rewa tê dîtin, agir berdane leşê xwe, û mixabin canê xwe ji dest dan. Ji bilî van civîn û nerizayetiyên wan xûşk û birayên me yên Kurd li pêşberî deriyê Meclîsa Şêvra Îslamiya Îranê civîna Yarsanên parêzgehên Kirmaşan û Îlam hevdem digel serdana Haşimî Refsencanî li Kirmaşan û heta hevdîtina nûnerên Yariyan digel serokê Meclîsa Îranê û ew sozên ku li wir dabûne wan, tundûtîjî û tepeseriya têkoşerên mafxwaz ên Yarî, her bi vî awayî berdewam e. Her niha hejmarek ji wan têkoşeran di girtîgehên rejîma Îranê de ne.
Li gorî zanyariyan ku gihîştine destê me, di herêmên Bîlewar a Kirmaşan, Serpêla Zehaw, li derdora Miyandoaw, û cihên din malbatên Yarsanî li jêr gefxwarinên micid de ne, bona vê ku dest ji bîr û baweriyên xwe hilgirin. Hemû ew sitem û tepeseriyên ayîna Yarsan tenê bi vê sedemê ye ku li hemberî gefxwarinên Komara Îslamiya Îranê de serî natewînin, û li ser daxwaza xwe ku bi fermînasîna ayîna wan û nehêlana cudahiyan, bo vê ku êdî bi tawana pêdagirî li ser bawermendiya bi ayîna xwe nehêne serkutkirin, pêdagir in. Lê mixabin rejîma Komara Îslamiya Îranê li ser azardana Yarsanan her wusa berdewam e.
Xûşk û birayên rêzdar ên Yarsanî!

Bi boneya cejna Xawenkar cardin PDKÎ wekî hertim piştevaniya daxwazên we ên rewa dike, û di xem û azarên we de xwe beşdar dizane, û yad û bîra goriyên Yarsanî û bi taybetî ew sê rêzdarên ku di çend mehên borî bona eyankirina nerizayetiya li hemberî zulm û zordariya rejîmê agir berdane leşê xwe, û dawî bi jiyana xwe anîn, bilind radigrin û cardin serxweşiyê li endamên malbatên wan û we yên rêzdar dike.
Herwusa rêz û qedirgiraniya xwe pêşkêşî hemû wan têkoşer û azadîxwazên Yarî dikin ku di girtîgehên rejîma Komara Îslamî de li jêr îşkence û bêhurmetiyên kirêgirtiyên rejîmê de stûyê xwe xwar nakin û pêdagir in li ser bîr û baweriyên xwe.
Her di vê boneyê de em hewce dizanin ku cardin vê rastiyê bînne bîra xelkê Kurdistanê ku berevajiyê qewl û sozan ku Rûhanî di dema propagendeya hilbijartinê de bi gelên Îranê dida, û hejmarek ji xelkê sade, dilê xwe bi wan qewlên wî xweş kiribûn, û heta niha jî bi armanca ji rêya xwe derxistina boçûnên xelkê û bitaybetî Kurdan, propagendeyan jêre dikin.
Her wekî PDKÎ gellek caran ragehandiye ku rejîma Komara Îslamiya Îranê reformhilgir nine û naweroka wê her ew e ku niha em dibînin, û mînakek e ji şêweya reftara wê digel hevwelatiyên me yên Yarsanî û cudahizrên din ên Îranê.
Lewra cardin em vê siyaset û bernameya PDKÎ ducarî dikin ku her cure azadî û gihîştina bi mafên neteweyan û yek ji wan netweya Kurd bi hemû pêkhateya xwe ve, girêdayî ye bi nemana Komara Îslamiya Îranê. Ew boçûna PDKÎ di ceribandina zêdetir ji sê dehikan deshilatdariya vê rejîmê û bingeha bîr û baweriyên wê ve çavkanî digre.
Di dawiyê de em daxwazê dikin ku cardin pîrozbahiya xwe bi boneya cejna Xawenkar li we bikin, û hevderdiya me ya digel xwe digel xwe qebûl bikin.

Sekreterê giştî yê PDKÎ
Mistefa Hicrî
27.08.1392
18.11.2013