Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Mistefa Hicrî bi hinceta cejna Qurbanê

15:13 - 4 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, peyamek bi boneya cejna pîroz a Qurbanê, pêşkêş bi pêyrevên ola Îslamê û civaka Kurdistanê kir.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Hev niştimanên hêja!
Xuşk û birayên Misilman!
Bi hinceta cejna pîroz ya Qurbanê, ez pîrozbayiya germ a xwe pêşkêş bi hemû Misilmanên cîhanê, bi xasmanê xuşk û birayên Misilman li Kurdistanê dikim.

Mixabin di wan mehên wê dawiyê de û heya di roja cejnê de jî hemû alî şahidin ku neteweya me li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hemberî tundajoyî û êrişa Xelafeta Îslamiya Sunne bûye û rojane xelkê aştîxwaz yê Kurd ji riya berewanî kirin ji mal û warên xwe dibine qurbanî û naçar dibin ku mal û makanê jiyana xwe vala bikin koçberê derveyî welat bibin.

Ji aliyekî din ve xelafeta Îslamî ya Şîe li Îranê, herwisa li ser zilm û zordariya xwe bi ser neteweyên Îranê bi giştî û gelê Kurd bi xasmanî berdewame û li ber çavê cîhanê Xortên me bi darvedike û maf xwazên gelê Kurd dixe girtîgehê û hemû mafên siyasî û mirovî bê par dike.

Bi hiwiya nemana wan du xelafetan û rizgarbûna xelkê ji zordestî û tepeseriyê ku bi her nav û hikûmetekî ku hatibe naskirin.
Hêviya rojên pir ji xweşî û cejna we pîroz be!

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî