Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya sekretêrê giştî yê PDKÎ bi boneya cejna Xawenkar

20:07 - 29 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ bi boneya cejna Xawenkar, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû peyrewên Yarî kir.

Deqa peyama navbirî bi vî awayî ye:

Bi boneya cejna olî ya Xawenkar, ez pîrozbahiyên xwe pêşkeşî hemû xwîşk û birayên Kurd ên peyrewê ola Yarî dikim.

Yarsan, beşek resen ên kurd in, bitaybet di Kurdistana Rojhelat de ku bi sedema cudahiya olî, zêdetir ji Kurdên din ji aliyê Komara Îslamî ve dekevin bin givaş û sivikatiyê. Lê wan bi xweragirî û berxwedana xwe, givaşên rejîmê bo devberdana wan ji ola pîroz ya xwe, pûç kiriye.

Ol û baweriya kit bi kitên her Kurdekî ji aliyê me ve cihê rêzgirtinê ye, û tu kesî mafê binpêkirina bawerî û ola kesekî din nîne, û bitaybet peyrewên ola Yarî ku di warê olî de, di bin givaşa rejîmê de ne. Ola wan ji aliyê me xwedîbewer û demokratan ve, cihê rêzgirtinê ye.

Carekî din pîrozbahiyê li peyrewên ola Yarî, bi boneya cejna pîroz a Xawenkar dikim, û em hivîdar in ku her wek ku ji baweriya wan ve xuya ye, her zû sîbera stemkaran ya bi ser Kurdan de, vêde here, û dostayetî û avedanî û azadî cihê wê bigre.

Partiya Demokrat a Kurdistana îranê
Sekretêrê giştî
Mistefa Hicrî
06.08.1394
28.10.2015