Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê a Mistefa Hicrî bi boneya serê sala nû a Zayînî

20:37 - 30 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê Giştî ê PDKÎ bi weşandina peyamekê hatina sersala nû a Zayînî li Xiristiyanên Îran û Kurdistanê pîroz kir.

Deqa peyamê:

Bi boneya sersala nû a Zayînî û herwisa jidayîkbûna Îsayê Mesîh (s.x) ez pîrozbahiyê li hemû peyrewên ayînê Mesîhî, bi taybetî wê beşa akinciyên Îran û Kurdistana Îranê dikim, ku bi dirêjahiya salên deshilatdariya Komara Îslamiya Îranê, tenê bi sedema cudahiya ayînî, di bin zext û zorê û bêhurmetîpêkirina vê rejîmê de bûn.

Sala 2015’an pirr bû ji şer û têkderî û kuşt û kuştar li raserî cîhanê de, û herwisa li herêma Rojhilata Navîn de, û bi taybetî şerê mezhebî yê ku agirê wî şerî ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hate geşkirin, canê bi hezaran mirovî jê stand. Bi vê hêviyê ku sala 2016’an salekî pirr ji aştî di navbera hemû ayîn û neteweyan de be.

PDKÎ
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî

09.10.1394
30.12.2015