Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê a sekreterê giştî yê PDKÎ bo peyrewên ola pîroz a Mesîhiyan

20:39 - 30 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî yê PDKÎ bi boneya roja jidayîkbûna pêxember Îsa Mesîh û sersala nû, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Bi boneya cejna jidayîkbûna pêxember Îsa Mesîh û sersala nû, gerimtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Mesîhiyan, bi taybetî wê para xwîşk û birayên xwe ên Mesîhî dikim, ku di Kurdistana Îranê de dijîn.

Hêvî dikim ku sala 2018`an, sala bihevre jiyana birayetî a di navbera pêkhateyên olî û neteweyên curbicur di her cihekî de be.

PDKÎ
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî