Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya rêzdar Mistefa Hicrî derheq sersala nû ya Zayînî

19:46 - 31 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ derheq hatina sala nû ya Zayînî peyamek belav kir.

Deqa Peyamê bi vê awayî ye:

Bi boneya cejnên jidayîkbûna Îsayê Mesîh (Silavên Xwedê lê bin), û destpêka sersala nû ya 2017’an, em pîrozbahiyên xwe ên herî germ pêşkêşî hemû Mesîhiyên cîhanê û bi taybetî Mesîhiyên akinciyê Kurdistana Îranê dikin.

Bi hêviya saleke pirr ji aştî û xweşî ji hemû aliyekî re, bi taybetî ew Mesîhiyên ku ketine ber qirkirin û zext û zoriya komek aliyên reşbîr û paşvemayî, ku di bin navê Îslamê de, aramî û aştiya Mesîhiyan têk didin.

PDKÎ
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî

31.12.2016
11.010.1395