Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya sekreterê giştî yê PDKÎ bi boneya azadkirina Şingalê

21:00 - 14 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di peyamekê de bi boneya azadkirina Şingalê pîrozbahî li rêzdar Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê kir.

Deqa Peyamê:

Rêzdar Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê!


Nûçeya rizgarkirina Şingalê ji destên terorîstên DAÎŞ’ê bû sedema dilxweşiya hemû azadîxwazekê, bitaybetî neteweya Kurd. Em jî bi boneya vê serkevtina mezin ya hêza Pêşmerge bi fermandehiya we rêzdarî, pîrozbahiyê li we, xûşk û birayên Kurd ên Êzidî, gelê Kurd, hêza Pêşmerge ya Kurdistanê, û hemû wan hêz û aliyan dikin ku di vê serkevtina mezin de beşdar bûn.

Em sersaxiyê dibêjne malbatên pêşmergeyên şehîd ên şerê Şingalê û hêviya cebirîna birînên birîndarên vî şerî dikin.

Rizgarkirina Şingalê derbeke kûr û giran bû ku li laşê DAÎŞ’ê ket, û bêguman wê bandoreke zaf li ser lawazkirina morala wan terorîstan danê.

Lewra em çaverê dikin ku gellek nekêşe, ku em hemû aliyek di cejna serkevtina Hêza Pêşmerge bi ser DAÎŞ’ê, û rizgarkirina hemû xaka Kurdistanê ji destên terorîstan de beşdar bin.

PDKÎ
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî
14.11.2015
23.08.1394