Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ bi boneya 2’ê Rêbendanê 66’mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê

03:08 - 13 Nîsan 2012

Peyama rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ bi boneya 2’ê Rêbendanê 66’mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê

Hemwelatiyên hêja!

Ez îznê dixwazim ku di vê rojê de, wate li 2’ê Rêbendanê salvegera avakirina komara Kurdistanê de berî hemiyan silavan bişînim bo riha pak ya tewaya wan şehîdên serfiraz ku li riya

Komarê de canê xwe fîda kirin, û li serveyî hemiyan pêşewayê xweştivê ê gel Qazî Mihemed serkomarê vê komara sava û
nemir mele Mistefayê Barzanî piştevanê emegdarê komarê û silavên bê dawî bo gelê Kurd bitaybet endam û alîgirên PDKÎ ku di destpêkê de heya niha alahilgirê rastîn ê komarê bûne, û komar û peyama wê rûnahîkerê xebata wan ya serfirazane bûye.

Di wan rojan de li vira û wir, û her cihekê de derfetek pêk hatibe, hemwelatiyên xebatkar bi pêkanîna kom û civînan hesta emegdariya xwe bi Komara Kurdistanê re eşkere kirine û yad û bîra wê behaya netewî ya Kurd bilind nirxandine, li welatên rojawa zincîreyek rê û resmên bi vê hincetê ji aliyê endam û alîgirên PDKÎ ve bi beşdariya Kurdên hemû beşan pêk hat. Li herêma Kurdistanê de ku bi xweşî ve li destê dagîrkeran rizgar bûye, evsal gellek berçavtir li salên borî ew merasim pêk hatine û li her derê beşdariya berbiçav ya kurdên Kurdistana Îraqê û kurdên awar ên Kurdistana Îranê û beşên din ên akincî li herêma Kurdistanê de birêve çûn û niha jî wan rê û resman her dom hene. Di birêveçûna bi awayê berfireh ya wan merasiman li herêma Kurdistanê de li jêr bandorek pozetîv ya YLDKÎ û bi alîkariya komek ji rêkxirawên ciwanên herêma Kurdistanê, ciyê dilxweşiyê ye, û li hemen dem de nîşaneya hişyarî û giringîpêdana lawên xweştivî ên welatê me ye bi dîroka neteweya maf jêxwarî.

Di Kurdistana Îranê de jî wek beşên din ên Îranê û herweha zêdetir jî, zext û givaştinên dîktatorî yek ji sîstemên herî paşvemayî ê dîktatoriyê derbas dike. Ciwanên biwêr û pêgehiştî li jêr fezayê zext û hereşeyan û givaştina polîsî û ewlehiya dasepaw ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi bilavkirina trakt û diruşm û şêwên din ên guncaw hesta nîştimanperwerî û rêzdariya xwe ji bo komarê û şehîdên wê eşkere kirine. Em bi çavê rêz û sipasê ve li wan hemû tekoşînan dinêrin, zindî ragirtina vê boneya netewî li vê dîtingehê ve jî ji me re cihê şanaziyê ye ku heke dijminên neteweya me ji her aliyekê ve bi dirêjahiya nêzîk bi sedsalekê tev pîlanan bi dijî neteweya me ceribandine, û li vê riyê de sermayeyek zaf terxan kirine û bi hezaran kesî ji xelkê azadîxwaze welatê me bi tawana Kurdbûnê îdam kirine da ku ziman, kultur û dîrok û tev buhayên me ên netewî ji bîra me bibin, û bi giştî me li nav kultura neteweyî ya zordariya xwe de bimehînin, lê gelê kurd serî kurnuj nekiriye û cesurane amade bûye ku her nirxekê bide da ku her Kurd bimîne û her Kurd jî maye, ewne û gellek ên din nîşaneya vê rastiyê ne ku emê her bimînin û serkevtin jî her ya me ye.
Hemwelatiyê hêja, hevalên riya rohn ya Komarê!

Îro jî em li vir li hev civiyane da ku bi hevre yad û bîranîna komarê bilind ragirin, komarerk ku piştî derbasbûna 66 salan ji jiyana kurt, hêşta jî wek çirayekê riya rast û hêviya pêşerojek geş ji bo me û nivşa paşerojê ya me ronî dike. Herçend derbarê komarê û taybetmendiyên wê pirr hatiye gotin û gelek hatiye nivîsandin, lê destkevtên komarê û buhayên wê ew qas mezin û zaf in ku hêşta jî hewcehî bi vê hindê heye ku bas jê bê kirin, meznahiyek ku nivşên îro yên ku komar bi çavên xwe nedîtine, niha jî her bi şanazî ve bas jê dikin û têhniyê cardin anîna hêviyên komarê ne.

Komara Kurdistanê derxerê xeyala takê Kurd bûye, takek ku dixwaze bêje min jî wek ên din keramet heye ku dixwazim biparêzim, takek ku kiyanek heye û daxwaza serweriya wê kiyanê dike, takek ku pabendê exlaq û buhayên însanî ye û hêviya veqetiyana mirovan bi navê îdeolojî û mîtafîzîk ve nake, berevajî daxwaza bihevre jiyanê û aştî û demokrasiyê dike. Lewra jî ez dixwazim ku li vê duyê Rêbendanê de vegerme ser beşek ji peyamên berz ên hizrî ên komara Kurdistanê ku kêmtir bas û lêkolîn ser hatine kirin:

Komara Kurdistanê hilgirê komeke wateyan bû ku cuda ji civaka Kurdî rû li ên din jî bû, çi yên ku bi me re dijîn û çi yên ku li derveyî me dijîn, peyama pîroz ya komarê ji bo yên din ew bû ku xwe derbas bikin ji eqliyeta pawanxwazî û bibne demokrat, rizgar bin ji paşvemayînê û bibne îroyî, kerameta mirovî gelek zêdetir ji tev buhayên sazkirî ye, lewra mirov dike pîvaneya rewayîya xwe, dibêje ên din derbas bin ji tev wan rewayiyên ku ji bilî mirov tiştên din dikne bingeh û pîver, û li şer’yeta xelkê binêrin.

Serbarê tev wan aliyan xalek ku divêt îro bas lê bê kirin, vegeryana bo aliyê komarê bixwe ye bo vê ku em ji xwe bipirsin ku deskevt yan mîratên komarê çi ne? Ew mîrat çi ne ku îro divêt awêne û xwedîka riya rizgarî û azadiya neteweya me bin, ew mîrat li kîjan beş û cihan de bandor li ser takê Kurd kirine, gelo ew mîrat xwediyê wan peyaman in ku bêjne me em îro çi bikin, gelo ew mîrat ew buha têde hene ku sînorekê ji me re diyarî bikin û bêjne me ku kîjan berjewendiya netewî ye, û kîjan nine. Ewne bi giştî ji ezmûn û mîratên komarê dipirsin da ki ji tirîbona partiya Komarê ve dîsan peyama xwe arasteyê komarê bikin. Bi boçûna min çend peyamên serekî ji çarçiraya Mehabadê ve ber bi Sine, Urmiye, Kirmanşah, Îlam û Tehran û derveyî Îranê tê arastekirin, peyamek ji bo Kurdistanê ku ji Makû û Selmasê ve dest pê dike heta ku digîje Dalahû, û çiya û daristanên Îlamê. Peyamek ku rû li nasyonalîzma pawanxwaz û netewetewer e ku deshilata Tehranê berhema vê bûye û berhema wê ye jî.

Yek ji wan mîratan peyama komarê ye ji bo neteweya Kurd. Ew peyama dibêje me rizgarî û azadî li domandina riya me de ye, dibêje deshilata nawendî werin ku em bihevra bijîn. Bihevre jiyan felsefeya jiyanê ye. Mirov bi bihevrejiyanê mezin dibe.
xelkê azadîxwaze Kurdistanê!

Dema ku dengê komarê li çarçiraya Mehabadê ve rû li tewaya Kurdistanê kir gote me ku divêt em rizgar bin, rizgariyek ku bêhna derbasbûna ji hêmayên dagîrker bide, rizgariyek ku şunasa me ber bi lêwarên aramiyê ve bibe, her ji vî warî de bû ku Komar tenê riya xwe li aramî û asayişê ji bo şunasa me pênase kir, komar û endazyarên wê baş dizanin heya wê demê ku mirov rizgar nebe, nikare kerameta xwe biparêze, lewra manîfista siyasî, civakî, aborî û kulturiya xwe girêdabû bi rizgarbûnê ve, û gote me ku neteweyek ku rizgar nebe, qet nikare parêzvaniyê ji keramet û azadiyên xwe bike. Avabûna komarê xwe li vê peyamê de dibîne ku em ji bo rizgariya Kurd hatine û dixwazin ku vê neteweyê rizgar bikin, armanc û hêviya me derbaskirina vê neteweyê ye ji vê tirsa ku ji şunasa xwe heye, lewra tirs û şermokbûn ji vê şunasa tepeserkirî divêt bidawî were, û serdema mana li nav mezlumiyetê de jî bidawî were, û em ber bi şanazîkirina bi vê şunasê ve pêngavan dihavêjin, jiber ku li şunasa tepeseriyê de kerameta mirovê Kurd binpê dike, rêberên Komara Kurdistanê jî vê rastiyê dizanin û hewla vê hindê didin ku gelê Kurd ji vê binpêkirinê rizgar bikin. Ya ku di çarçoveya netewên bindest de me dîtine ew e ku ew jî wek Kurd bo derbazbûna ji bindestiyê berengarî dagîrkeran bûne da ku şunasa xwe ji tirsê biparêzin û ên ku ew yek nekirine, li rûpelên rojgar de wek netewe ji nav hatin birin, em ji ezmûna Komarê ve hîn bûn ku rizgarî pêngava yekemîn e, heke em kerameta xwe wek mirov bi dest nexînin, em nikarin pêşeroja neteweya xwe ku erkê parastina vê şunasê heye, misoger bikin. Her lewra jî yek ji mîratên Komara Kurdistanê ew bû ku ew bîr û hizr li derûna me de zindî kir ku hewlên me ji bona asûdebûnê ji dergûşa rizgariya şûnasa me ve derbas dibe.

Li demên rûxana komara sava ya me ve heyan niha karwanê şunasa Kurdî bi rêberiya partiya Komarê nesekinî ye boma vê ku bêje me ku nivşên Kurd li her serdemekê de ew mîrata Komarê di destê wan de ye û pêngav bo rizgariya netewî hildigrin da ku wrgehek aram bibînin bona vê ku tu kes nekare êrîşî ser şunasa me bike.

Mîrata duyê ya komara Kurdistanê anîne holêye vê peyamê bû ku heke em ji qonaxa rizgariyê derbas bûn, bi vê wateyê nine ku emê bibne axa û koxayê takên Kurd, belku piştî rizgariyê erkê Kurd û deshilata Kurdî sazkirina vê rewşê ye ku tak bi tewaya taybetmendiyên xwe ve xwedî maf bin, erkê deshilata Kudî tenê sazkirina hevsengî ye bona vê ku bikare berjewendiyên cuda rêk bixe û nehêle ku mafê tak bikeve tirsê de, her di vî warî de bû ku navê deshilata Kurdî kirne Komar. Wate Komar ji aliyekê ve bingeha rewayiya xwe ji cemawer yan xelkê ve werdigre û ji aliyek din ve Komara Kurdistanê ku li ser bingeha şunasa neteweya Kurd xwe sax dike.

Her lewra em dibînin ku li heyamê deshilatdariya Komarê de tu cure êrîşek bo ser azadiyên xelkê nehate kirin, karbidestên komarê nedixwastin ku panahiyên giştî ên takê Kurd kontrol bikin, li vê karê de cuda ji takê Kurd ku xwediyê şûnasa Koamarê bû, şûnasên din jî mafê wan jî wek akinciyeke kiyana Kurdî hatibû parastin, wate mafek hewta hebûn.

Li felsefa komarê de siyaset û maf tenê para mêr nebûn, belkû jin jî wek nîva din ya civakê xwediyê heman mafî bû, û ew yek di demekê de bû ku civatgeha Kurdistanê wê demê li astekê de nebû ku hest ya têgihîştin hebe li çav mafê jin, lê komarê hewlên xwe xistin ger da ku civakê ji mafê jin agadar bike.

Herweha ji me re derdikeve ku têgeha azadiyê li cem komarê çemkek sînordar nebû bi wateya bertengkirina wê li çarçoveya girûp yan şunasek diyarîkirî de, lê ew ezmûna Komarê me hîn dike ku xebata rizgarîxwaziya Kurd tenê xebata rizgariya netewî nine, belku di heman dem de xebateke ji bo azadiya tekên civakê. Lewra ew mîrata komarê heya îro û heya sibê jî yek ji wan mîratên pirr ji şanazî ye ku dibêje me, em dikarin li eniya rizgariya netewî de kom bibin. Lê nayê vê wateyê ku em civakekê berhem bînin ku mefê Kurd ber çav nagire.

Aliyê din ya ezmûn yan mîrata komarê ew e ku arasteyê alîgirê yek netewe, yek ziman û yek dîrokî dike. Komar bi alîgirên eqliyeta pawanxwaziyê dibêje ku ew xeyala ku hûn hêvî dikin ku pêngavan jêre hilgrin nikare weha dom hebe û bigîje encamê, jiber ku hûn bixwe dibînin ku hûn hewil didin ku hêviyên me ji nav bibin, lewra komar û serkirdeyê wê yê zana berevajiyê deshilatdarên Tehranê dengê fire rengî û fire netewî li Îranê de bilind dikin ku hewara pêkvejiyanê dikne diruşm, û çiraya rizgariya Îranê ji pawanxwaziyê hil dikin.

Ya ku aliyê kêm li sedsala borî de ta îro li Îranê de me dîtiye, eva ye ku bi nav û şêwazên cur bi cur hewlên xwe bo kontirolkirina deshilata siyasî berdewam kirine û ji her riyekê ve hewil hatiye dan bona vê ku deshilaa siyasî li nawend û bi awayewk pawanxwazane birêve here. Demekê ku li jêr navê neteweyî û demekê din bi navê ayîn. Her yek ji wan panahiya lîstikên siyasî ên Îranê dixin bin rikêfe xwe de, û yên din ku li çarçoveya neteweyî a wan de û yan jî ayîna wan de ciyê wan nabe davêjne rexek din, lê dema ku komar dengê xwe bilind dike, vê peyamê arasteyê wan dike ku birêvebirina welat bi vî awayî tenê dîktatorî lê dikeve û em neteweyên jêrdest ên Îranê berevajiyê wan hişik bîr nakin û li cihê pênasekirina Îranê wek neteweyekê li ser vê bawerê ne ku çend netewe di Îranê de dijîn û bihevrejiyana wan neteweyan e ku rêrewa siyasî a Îranê diguhere û ber bi demokrasiyê ve dibe, di heman dem de komar bixwe berevajiyê neteweperestan û axûndan kiyanekê saz dike ku tev netewe û ayînzayan mafek beramber li hember takê Kurd de hebe, li demekê de ku karbidestên Îranê hewla paktawkirina netewên din dida, komarê hewla pêkanîna rewşek aram dida ku Kurdistanê bike Kurdistanîbûn û xwe derbas bike li bîra tesk û teng ya netewe perestiyê de.

Li vir de ji mere eşkere dibe ku komara Kurdistanê berevajiyê propagendeya neteweperestên Tehranê ezmûnek bû ku modela herî baş ji bo bihevre jiyanê xiste rû, lewra ew komara mîratên wê tenê taybet bi xelkê Kurd nine, belku dikare mîrata Îraniyan jî be, bi vê mercê ku li derveyî cîhana neteweperestiyê bîr bikin.

Cuda ji mîrata komarê bo Kurdistan û Îranê vê komarê peyamek gellek girin jî arasteyê civatgeha nevnetewî kir, ew jî ew peyame bû ku xeyala kurd li anîn û avakirina komarê bi demokratîzekirina civatgeha navnetewî ye, demekê Îran dikare asayişê bixwe bibîne, ku tev şûnasan bi yek ast û rêjeyî xwedî maf bin, lewra komar gellek bi hişyarî ve deng bilin kir ku ew modela deshilatdarî û paktaw kirin li cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn de bidawî were, li ber vê ku ew dewlet berî vê ku nûneratiya takên navxweye welatê xwe bikin, nûnerê berjewendiyên teng in, ku cîhanê berev bêqerariyê ve dibe, û bi vî awayî asayiş nikare berhem bê.

Lê mixabin pêşbirkêya zilhêzan li ser berjewendiyan egerek girîng bû li ber vê ku ew qet vê peyamê nebîsin, lê em wek gelê Kurd û PDKÎ qet ser kurnuj nakin û erkê me ye ku niha êdî dengê xwe bilindtir bikin jiber ku li tewaya rabihurî heqaniyeta peyama komarê bo tev cîhanê eşkere bûye.

Niha jî piştî derbazbûna 66 salan bi ser roja 2’ê Rêbendana sala 1324’an de, em wek PDKÎ wek rêvîngên riya Komarê cardin dibêjin ku bîrûbaweriya komarê bîr û baweriya me ye, reftar û siyaseta komarê reftara û siyaseta me ye, tevî vê ku ew mîratên ji komarê bi cih man, tenê milkê PDKÎ ninin, belku milkê tewaya mirovên rizgarîxwaz in. Lewra jî rûyê axavtina xwe dikme xelkê Kurdistanê û rû dikme neteweya xwe û dibêjim hemû aliyek li civakê çi wek tak û çi wek partî erkê me ye ku manîfista bîrkirina xwe ji van mîratên komarê dûr nexînin heya ku bikarin, rûyê daxwaziyên xwe bikne civaka Kurdî û civatgeha derveyî xwe, bona vê ku hem refên xwe qahîmtir bikin, û hem jî cîhana derve jî bi başî ji me tê bigîje.

Li vê boneya pîroz de, û bi lênêrîn ji wan mîratên komarê em rû dikne hêz û aliyên Îranî û dibêjne wan ku heke hûn daxwazkarê parastina mafê mirovan û demokrasiya di Îranê de ne, heke hûn xwazyarê parastina tewawiyeta xaka Îranê ne, û heke jiyan li jêr sîbera hikumeta neteweperest a paşatiyê û ayînî ya rejîma Îranê de ew bêzar kirine, û xwazyarê jiyana wek mirovê vî serdemî ne, pêwîste ku ji mîratên komarê mifahê bistînin û peyamên wê guhdarî bikin.
Partiya me wek PDKÎ ku yekem mîratgerê wan mîrata ye, li jêr rûnahiya peyamên xwe de li gel we ye bona bihevre jiyana li Îranê de ku ya tev neteweyan be, bi mafê wekhev û bi pênaseya me wek Kurd û Kurdistanî, lê heke her wek borî heke we xeyala deshilatek sitemkara heye, eva riya me riyek din dibe, û hûn jî nagîjne hêviyên xwe.

Di dawiyê de cardin ez pîrozbahiya 66’mîn salvegera avakirina komara kurdistanê li tewaya gelê Kurd û beşdarên merasimê dikim. Bi vê hêviyê ku em tev bihevre bona cardin anîne holêye peyamên komarê tekoşînê bikin û şanaziya avakirina dîsan ya komara kurdistanê bibe para me jî.


Sekreterê giştî

Mistefa Hicrî

02.11. 1390

22.01.2012