Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sekreterê giştî ê PDKÎ bi boneya roja cîhaniya Ciwanan

18:38 - 12 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî, Sekreterê giştî ê PDKÎ bi boneya roja cîhanî ya ciwanan, peyamek ji ciwanên xwedîhest û têkoşer ên hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî Kurdistana Rojhilat re şand.

Deqa peyama navbirî bi vî awayî ye:

Li ser biryara giştî ya NY, roja 12’ê Tebaxê, wekî roja cîhanî ya ciwanan hatiye naskirin. Em vê derfetê bi kar tînin bona pîrozbahîkirineke germ li we ciwanên hemû parên kurdistanê, bi taybetî ciwanên Rojhilata kurdistanê, û hêviya rizgariya ji destê rejîma dijî ciwanan ya Komara Îslamî ji we re dixwazin.

Ciwanên xwedîhest û têkoşer ên Kurdistanê!

Em di demekê de rêz ji vê rojê digrin, ku hûn di bin siya deshilatdariya rejîma axûndî de, ji hemû xweşiyên jiyana xwe hatine bêparkirin, û rojane xeberên dilêş ên şandina deste-deste ji ciwanan bo ber kindirê îdamê û birina ciwanan bo girtîgehan dibihîsin.

Diyariya vê rejîmê bo hemû xelkê û bi taybetî bo we ciwanan, di cihê dabînkirina kar û dahat û şûnên geriyan û êvirînê, pêk tê ji bêkarî, bê hêvîtî, pêketina bi maddeyên hişber, nexweşiyên civakî, stress, sivikatîpêkirin, cudahîdanîn, û zulma ji aliyê nawendên deshilatdar, û bi kirêgirtî ên vê rejîmê, ku hemû tevlî jiyana we bûne, û hûn berdewam ji destê wan de êş û azarê dikişînin.

Rizgarbûna ji vê rewşa dijwar û zehmet, hewcehî bi vîn û îradeyeke bihêz û cangorîtiyê heye.

Serîtewandin di hemberî vê rejîmê û xwazokîkirina heqê xwe ji rejîmê, barê jiyana we, û barê derûniya we girantir dike. Riya rizgariya we û hemû xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê, xebat e li dijî vê dîktatorê dijî Kurd, û “rabûn” (rasan) e, di cihê serîtewandin û bêçaretiyê. Hûn hêza dînamîk ya tevgera xebata bajar in, da ku xebata çiya himbêz bikin, û ew herdu qulpên bihêz ên xebatê pêkve girê bidin, bona vê ku bi hev re bibin hêzeke bibandor bona wergirtina mafên xwe ên zewtkirî.

We hêz û şiyana çêkirina vê zincîra bihêz heye. Hevsarê xebata bajaran bi dest ve bigrin, û azadiya xwe bi zorî bi dest bixin, hûn hêzeke bêbinî ne, hekî hûn îrade bikin.

Îsal, we bi kiryarên xwe ên şoreşgerî, ku we di nava hinek ji bajaran de bi rê ve biriye, we bersiva çiya daye. Wê xebatê xwe bidomînin. Dijmin ji we be’eciye, û tûşî sergêjiyê bûye, serkevtin her ya we ye.

PDKÎ

Sekreterê giştî

Mistefa Hicrî

1395.05.22
2016.08.12