Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sekreterê giştî ê PDKÎ derheq kiryarên terorîstî li Parîsê

21:04 - 14 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di peyamekê de, dilgiraniya xwe derheq kiryara terorîstî ya li Parîsê eşkere kir, û ew kiryar bi tundî şermezar kir.

Deqa Peyamê:

Rêzdar serkonsolgerê welatê Fransayê di Herêma Kurdistana Îraqê
Tevî rêz û silavan!


Nûçeya kiryarên terorîstî ên şeva 13’ê Çiriya Paşîn li Parîsê ku bû sedma kuştin û birîndarbûna xelkê sivîl ê vî bajarî, ji bo me cihê xem û dilgiraniyê ye.

Bi vê boneyê ve em dilgiraniya xwe bi we rêzdarî, û ji riya we ve jî bi dewlet û gelê Fransayê radigehînin, û em hêvîxwaz in ku birîndarên vê bûyera dilêş, hindî zûtir birînên wan bicebirin.

Di heman demê de, em bêzariya xwe ji vê kiryarê û hemû kiryarên terorîstî eşkere dikin, û bi tundî wan kiryaran mehkûm dikin.

PDKÎ
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî
14.11.2015
23.08.1394