Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat bi boneya cejna Qurbanê

22:03 - 11 Îlon 2016

Kurdistan Media: Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê PDK Îranê bi boneya cejna Qurbanê, peyamek pîrozbahiyê pêşkeşî hemû misilmanan û bi taybetî misilmanên Kurdistana Rojhilatê kir.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Bi boneya cejna pîroz a Qurbanê ve, em pîrozbahiyên germ ên xwe pêşkeşî hemû malbatên şehîdên riya rizgariya Kurdistanê, hemû misilmanên kurd û bi taybetî li Kurdistana Rojhilatê de dikin.

Bêguman cejn û xweşiyên rastîn ya neteweya kurd û neteweyên din ên zulmlêkirî yên Îranê bi hebûna rejîma Komara Îslamî birêve naçin, lewre em hêvîxwaz in ku ev cejne, bibe alîkar ji bo yekîtiya civakên xelkê bi armanca destpêkirina qonaxek nû ji xebatê li pêxem ji holê rakirina vê rejîmê û avakirina zemîneya libar ji bo damezrandina hikûmetek demokratîk a federal ku tejî be ji cejn û xweşiyan ji her aliyekê re û dûr be ji her terze ciyawazîdanan û zordariyekê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî

11’ê Îlona 2016’an