Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sersaxiyê ya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ ya li derheq koça dawiya “Elî Qazî”

13:18 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2022

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” li derheq koça dawiya kurê serkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî,  xwedêjêrazî “Elî Qazî” peyama sersaxiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Em roja Yekşemî 10ê Tîrmehê agehdar bûn ku, kurê Pêşewa Qazî Mihemed, “Elî Qazî” di temenê 89 saliyê de li nexweşxaneyek li Almaniyayê koça dawiyê kiriye.

Tevî nîşandana xembarbûna xwe, ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve ji kesûkar û bi giştî malbata mezin a Pêşewa re sersaxziyê dibêjin û xwe bi hevparê vê xema wan dizanin.

Riha wî şa be

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

19`ê Pûşpera 1401`an

10`ê Tîrmeha 2022`an