Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyman digel şehîdên “Viyen”ê tê nû kirin

17:57 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistnamedia: Endam û alîgirên PDKÎ di gund û bajarên Kurdistanê de, bi armanca nûkirina peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê, berdewam çalakiyên tebilîxî encam didin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat di şaredêya “Peswê” ya girêdayî bajarê Pîranşarê li mizgevta “Camê`i”, li bajarê Merîwanê li kolana “Nobehar”, “Beharan”, û “Merdûx”, li bajarê Bane û devera Cawaro û li bajarê Sine li gundê “Gellên”, bi boneya 22`ê Pûşperê, çalakiyên tebilîxî encam dan.

Xebatkarên Demokrat, li devera Mirgewe a girêdayî bajarê Urmiyê, “Diza Mirgewer”, û gundên derdorê, û  di şeqam û kolanan de, wêne û tirakên taybet bi vê rojê belav kirin.

Xebakarên bivêr yên “Diza Mirgewer”, di salroja şehîdkirina “Dr. Qasimlo”de emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdên Kurdsitanê nû kirin, û herwisa terorîzma navdewletî ya rejîma Îranê û bêhelwêstbûna dewleta Otrîşê (Nemsayê) şermezar kirin.

Hevdem di bajarê Pawe de, xebatkarên Demokrat di gundê “Nûryaw” de, wêne û tiraktên taybet bi vê rojê belav kirin.

Di bajarê Seqiza qehreman de jî, dirêjederên riya “Qasimlo”, di kolanên weke: “Şanaz”, “Kerîmava”, “Salihava”, “Se`idî”, deverên weke, “Sêrêya Kereftû”, “Kultepe a Cehangîrxan a Seqizê”, gundên weke, “Elîava”, “Çaxlû”, “Qerenav”, û “Şafi`î” çalakiyên teblîxî encam dane.

Di doma çalakiyên teblîxî de, di bajarê Şinoyê de, li gundê “Elîava” de jî çalakiyên teblîxî hatine encamdan.

Xebatkarên Demokrat di bajarê Mehabadê li cihên weke: “Baxçeya Sîse”, “Camê Cem” “Sêrêya Seyîd Nizamî”, û “pêş deriyê mizgevta Seyîd Nizam”, “Qata Ardî”, “pêş deriyê Mizgevta Daroxe”, “pêş deriyê Mizgevta Çar rêya Nebî”, “Ferhengiyan”, “Azadigan”, “Canbazan”, “Mokriyan”, “Feleka yekem û duyem ya Mokriyan”, “pêş deriyê Dadgeha mezin ya Ferhengiyan”, “Sincanava”, “Bazarçeya Esxerî”, “Feleka Mehmûdkan”, “Cadeya Xorxore”, “Şarwêran; û “pişta tevanîr ya Mehmûdkan”ê çalakiyên tebilîxî encam dane.

Bi boneya 22`ê Pûşperê, endam û alîgirên PDKÎ di gundê “Şiyan” ya girêdayî devera “Jawero” ya bajarê Sine, di “baxçên Qazî bikr”, “Wacar”, “Kanî Gizne”, “Tutman”, “Kurar”, “Xergenim”, derdora xwendingeha destpêkî û derdora riya “Şiyan”ê jî çalakiyên tebilîxî encam dane