Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya xelkê Îranê ji vê rejîmê bêzar in

20:04 - 8 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Li gora lêkolîn û rapirsiyekê ku ji aliyê rejîmê bixwe ve hatiye kirin, %75 a beşdaran di vê rapirsiyê de ji rewşa aborî û siyasî di navxwe a Îranê de razî nînin.

Ew rapirsî ji aliyê navenda wergirtina bîrûrayên dersxwanên Îranê (ÎSPA) ve hatiye encamdan, û encama rapirsiyê di civîna navenda lêkolîna stratejîk a serkomariyê de bas jê hatiyekirin, ku di vê civînê de rawêjkarê serkomar û komeke aborîzan û civaknasan beşdar bûn.

Ew rapirsî di nava 4 hezar û 499 kesên serveyî temen 18 salî, û di 11 parêzgehên Îranê de hatiye encamdan, û derheq encam û zanyariyên vê rapirsiyê Mihemed Aqasî berpirsê ÎSPAyê ragehandiye ku nêzî 75 ji sedî a beşdarbûyiyan di vê rapirsiyê de ji rewşa jiyan û azadiya di Îranê de nerazî ne.

Wê navendê encama vê rapirsiyê derheq sedema hatina ser şeqaman û serhildanên nerazîbûnên xelkî ên Befranbara îsal bi vî awayaî ragehandiye: %31 a beşdaran xwerisk, %69 di encama rewşa xirap ya aborî û bêkarî, %30 li ber gendeliya malî û îdarî, %20.6 li ber nedadperweriytê, %13.5 li ser destêwerdan û plapiştiya rejîmê ji welatên wekî Sûriyê û Felestîn û %9.7 li ser nebûna azadiya ramanê û %2.3 bi sedemên din”.

Hêjayî basê ye ku li gora rapora rêkxirawa navdewletî û navendên parêzgarî ji demokrasiyê, rejîma Îranê di rîza rejîmên herî daxistî ên cîhanî de ye, û hemû navendên lêkolînê û herwisa Saziya Deng û Reng ya Îranê zanyariyan di berjewendiya vê rejîmê de belav dike.

Lê dema ku rapirsiya rejîmê bixwe bas ji vê dike ku %75 a xlkê ji vê rejîmê bêzar in, êdî bi baldana bi vê rastiyê ku di Îranê de netewyeên Kurd û Ereb û Azerî û Tirkemen û Belûç ku piraniya nifûsa Îranê pêk tînin, rastî bêpariyeke zaf, û çewsandinê hatine û hekî rapirsiyeke azad yan referandome di bin çavdêriya NY de bi rê ve here, bi xatircemî ve piraniya xelkê dengê NA wê bidin vê rejîmê û hemû amar û zanyariyên çewt ên rejîmê wê eşkere bin.