Kurdistanmedia: Çalakiyê teblîxî bi boneya 26-ê Sermawazê roja Pêşmergê Kurdistanê li bajar û gundên Kurdistanê berdewam in, û xelkê Kurdistanê wefadariya xwe bo pêşmerge nû dikin.
Li gor nûçeya ku gehiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Pîranşehrê li bereberê hatina roja Pêşmergê Kurdistanê, çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.
“Pêşmergê Bajar” li Pîranşehrê peymana xwe digel “Pêşmergê Çiya” nû kirin, û peyman dan ku heya bidestveanîna armancên PDKÎ dest ji xebatê hilnagirin.
Di wan çalakiyane de, bi nivisîna diruşmên wekî: “Pêşmerge milê bi qawet yê gel e, Pêşmerge mezinahiya pênasa xebata Çiya û bajar e, pîroz be 26-ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê, û bijî “Rasan” rêz ji xebata Pêşmerge girtin.