Kurdistanmedia: Di bajarê “Kohdeşt” a girêdayî Parêzgeha Luristanê de, 6 sal berî niha berpirsên rejîmê pirojeyek bo avakirina kompaniyayên petroşîmî dan, lê piştî 6 salan ew pirojeye tenê tabloyek li pey xwe hebû.
Berpirsên rejîmê wekî hertimî pirojeyên wan li ser kaxezan man e û nehatine cîbicîkirin. Wê carê jî piştî 6 sal li ser pirojeya Petroşîmiya bajarê “Kohdeşt”ê de derbas dibe, lê ew piroje nehatiye cîbicî kirin û 100 hektar zevî jî zeft kirine.
Di sala 1395`an de, bi nav nûnerê bajarê Kohdeşt “Elahyar Melêkşahî”, di meclisê de gotibû: “Arîşeyên wê pirojê dawî pê hatine, û ew pirojeye bi encamê digih e, û her di niha de li wir mijûlê avakirina avahiyan in, û arîşa jîngehparêzî jî dawî pê hatiye.
Axavtinê wî bi nav nûnerê wê demê di demekê de bûn ku, piştî 6 salan ne tenê yek avahi jî nehatiye çê kirin, belkû tenê tabloya wî pirojê hatiye çêkirin û herwisa maye.
Bi wî awayî ew pirojeye ku, di 22 KM bajarê Kohdeştê de hilketiye, tenê zeviyeke vala û tabloyeke hişk û req li pey xwe hêlaye, û eve 6 salin welatiyên wî deverê her çavnihêrî wî pirojê ne.