Kurdistanmedia: Bi sedema arîşeyên aborî, welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Meîwanê, bi awayekî dirindane hate kuştin.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, laşê welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, yê bi navê “Selah Hacî`elî”, ku bi awayekî şikdar hatibû kuştin, di ser rêya gundê “Reşe Dê” a wî bajarî, peyda kirin.
Karê “Selah Hacî`elî” dolar firoşî bûye û sedema kuştina wî hêşta nexûyaye.
Di wê bûyerê de, kesê ku navbiriyan kuştiye, bi merema nehêlana tu asarek li ser laşê wî, navbirian şevitandiye.
Her di vê derheqê de û li bajarê Merîwanê, berê jî bo dizîkirin û standina pare, êrîşkirine ser dolar firoşan.
Pirsgirêkên aborî û dehan arîşeyên din li Îranê û bigiştî di Rojhilata Kurdistanê de ser hildaye, û bûye sedema wê yekê ku hevwelatî bo dabînkirina hevcehiyên jiyanê dest biavêne hemû kareke neşayiste.