Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka 2x2=1 bi peyva latinî bi zareveya Kurmancî hate çapkirin

13:24 - 18 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Romana nivîskarê Bazê Kal a li ser jiyana Qazî Muhammed bi navê 2x2=1 Komara Kurdistanê a Qazî Muhammed’ yekem car bi zaravayê Kurmancî hate çapkirin.

Nivîskarê Kurd ê bi navê “Bazê Kal” romanek li ser jiyana Qazî Muhammed bi navê 2x2=1 Komara Kurdistanê a Qazî Muhammed’ yekem car bi zaravayê Kurmancî hate çapkirin, û ev romana li ser jiyan û têkoşîna Qazî Muhammed, 15`ê Îlonê ji aliyê weşanxaneya ‘Yöneliş Yayınevi’ ve hatiye çapkirin.

Ev romana li ser Qazî Muhammed yekem romane bi zaravayê kurmancî ye ku li Bakûrê Kurdistanê tê çapkirin.

Bazê Kal, nivîskarê pirtûkê, di derheq jiyana Qazî Mihemed de gotiye ku: Min pirtûk bi awayekî romanê nivîsand. Di vê romanê de, min hewl da ku jiyan û tekoşîna Qazî Mihemed bikim bi çîrok.

Nivîskarê kurd “Bazê Kal” amaje bi armanca nivîsandina romana 2x2=1 Komara Kurdistanê anku li ser jiyana Qazî Mihemed daye zanîn ku: Eve yekem care di derheq Qazî Muhamed de ku bi zaravayê kurmancî li Bakûrê Kurdistanê tê nivîsandin. Lê belê, ev ne pirtûka min a yekem a bi kurdî ye. Min pirtûlka “Ez Xelefîme, Memê Alan û Qela Dim Dimê, ku di derheq jiyana Bedîrxan de ye, nivîsandiye.