Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Yadgariyên Kurdistanê” çap û belav bû

12:59 - 9 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia; Nivîskarekî Îtaliyayî, pirtûkek li jêr navê “Yadgariyên Kurdistanê” çap û belav kir ku tê de bas ji xebat û berxwedana neteweya kurd kiriye.

“Ociynyo Giroso”ê nivîskarê Îtalyayî, pirtûkek bi navê “Yadgariyên Kurdistanê” li komeleya Magazîn “Fotografîk” li bajarê Napolî ya Îtaliya weşandiye. Nivîskarê vê pirtûkê, bas ji wê yekê dike, midehekî zaf e ku gelê kurd hatiye jibîrkirin, lê piştî hatina şerê DAÎŞ`ê li Sûriye û Îraqê carek din ketiye ser dew û zimanan, Kurd pêkhateyek in ku heya niha nekarîne bibin bi dewlet û bi ser Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriyê de hatine parve kirin.

“Ociynyo Giroso”ê nivîskarê pirtûkê dide zanîn ku; Wan (Kurdan) li hin zirûfan de cehda avakirina dewleta kurdî dane, weke avakirina Komara Kurdistanê li Mehabadê de ku midehê yazdeh mehan dewam kir.

Navhatî li pirtûka xwe de qala referandoma serxwebûna Kurdistanê jî kiriye ku tekoşîna neteweya kurd bûye daku bibin xwedî dewlet.

“Ociynyo Giroso” li dor pirtûka xwe dibêje; “Pirtûka min bas ji nasnameya Kurdistanî, rewşa siyasî, aborî û xebata çekdarî, ol û çanda kurdî dike”.

Nivîskarê Yekşemî, bernameyek berdewam ya komeleya “Magazîn Fotogirafîk” e ku her hefteyê nivîskarekê bo pirograma xwe vedixwîne û li dor berhemên wan gotûbêjê pê re dikin.