Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevanî li PDKÎ û şermezarkirina terorîstan berdewame

13:44 - 24 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Kurdistanê, bi lidarxistina çalakiyên tebilîxî, piştevaniya xwe li Partiya Demokrat û bêzariya xwe li terorîstên rejîmê nîşan dan.

Li gorî nûçeya ku gihiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, çavnetirsên Demokrat li bajarê Merîwanê, bi hildana Logoya zêrîn a PDKÎ, li ser pira li hemberî parka Şano, piştevaniya xwe li Partiya Demokrat nîşan dan.

Herwisa Gevr lixwe ker(xakîpûş) yên Demorkat li bajarê Mehabadê, li gundê “Vsûkend” û li ser çiyayê “Bereşkevtan” ku ciheke geştiyariye û xelkeke zêde serdana wî cihî dikin, bi nivîsîna dirûşmên taybet bi şermezarkirina Spaha Pasdaran a terorîst a rejîm û piştavanî li xebata pêşmerge û Partiya Demokrat, bi gijî dagîrkaran çûn.

Dirûşmên vê çalakiyê wiha ne: “Mirin bo caş û xwefroşan, Rasan berdewame, caş temenê ve gellek nemaye, Qasimlû riya te berdewame, Pêşmerge zamnî Kurdistanê yê, Rasan heya elendê berdewam e, bijî HDKA û bijî Partyia Demokrat.